Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in 2018-12-22 16:42:41   MEREŞ / DERSIM – Li Mereşê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bernameyekê hat bibîr anîn. Komeleyên Elewiyan bertek nîşanî qedexekirina Walîtiyê dan û wiha gotin: "Ne ji bo em birinê xwîn bikin, ji bo ev komkujî carek din neyên jiyîn û dubare nebin em li vir in."    Li Mereşê di navbera 19-24'ê kanûna 1978'an de li dijî welatiyên Elewî êrîşên lincê pêk hatibûn. Di êrîşên li dijî elewiyan de 111 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiyê re 40 sal derbas bûn. Bi minasebeta 40'emîn salvegera komkujiya Mereşê bi tevlêbûna komeleyên elewî mi Cemxaneya Taxa Yorukselimê merasimek hat lidarxistin. Di merasimê de xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik, (DAD) Musa Kulu, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşiyên Elewî (ABF) Onur Kaya, Serokê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropa (AABK) Huseyin Mat, Serokê Federasyona Elewiyên Birîtanya (BAF) Îsrafil Erbîl, Serokê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Elewî yên Ewropa (AAGB) Nadir Bal, Serokê Giştî yê Komeleyên Elewî (ADF) Celal Firat, Nûnerê Federasyona Vakfên Elewî (AVF) Remzi Akbulut, Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Cîgirê Serokê CHP'ê Orhan Sarıbal, Parlamenterê CHP'ê Alî Oztunç, Endamê MYK'ê yê HDP ê Çilem Kuçukkeleş û gelek kesên din amade bûn. Welatiyên ku xwestin ji Almanya bên tev li bernameyê bibin jî di ketina dervê bajar de rastî kontrola GBT'ê hatin. Piştî demekê hatin rawestandin berdan. Li Cemxaneyê wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li cemxaneyê dakirin û pankarta "Mereşê ji bîr neke û nede ji bîr kirin."    Polîsan tax dorpêç kirin û destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê bernameyê bişopînin. Polîsan ketin û dertetina cemxaneyê bi kamerayê kişand û bê navber kesên çûn û hatin xistin bin qeydan. Girsê piştî bernameyê qurnefîl danîn ber deriyê cemxaneyê. Di bernameyê de Gazî Metin,  wiha got: "Her sal dema em tên bernameyê li pêş me barîkat tên avakirin. Lê em nayên ku canan bişewitînin. Em nayên canan bistînin. Em tên kesên can dane bibîr bînin. Em dê her sal bên wan li vir bibîr bînin." Piştî axaftinê semah gerandin.    Serokê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropa (AABK) Huseyin Mat, diyar kir ku 40 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj edalet nehatiye cih û wiha got: "Em nehatine birînê bixwirînin û xwîn bikin. Em hatine birînê derman bikin ku carek din ev dubare nebin. Ji bîr kirina komkujiyê sedema komkujiyên nû ne. Em li Sêwas, Çorum, Mereşê bi salan e bernameyê bibîranînê pêk tînin û êşên xwe parve dikin."    Serokê Giştî yê Komeleyên Elewî (ADF) Celal Firat jî diyar kir ku 40 salin ji dilê elewiyan xwîn diherike û wiha got: "Li ser vê axê pêdivî ji aştiyê heye. Wekî Yunus jî gotiye 'Zimanê me hezkirin e. Em dest bidin hev û hezkirinê li ser avê axê belav bikin."    Serokê Federasyona Vakfa Elewiyan Remzi Akbulut jî anî ziman ku ji bo êşê hev parve bikin hatine vir û wiha got: "Butçeya Diyanenê qat bi qat ji ya par bêtir e. Lê vê butçeyê tenê ji bo beşekê xerç dikin. Ji bo elewiyan tiştekî xerç nakin. Divê li hemû baweriyan wek hev bê parvekirin.    Serokê Giştî yê PSAKD'ê Gani Kaplan, jî wiha got: "Hûn dizanin em dê çawa êdî neyên Mereşê. Kengî dewletê lêborîna xwe ji hemû malbatan xwest em carek din nayên Mereşê. Heta lêborînê nexwaze em dê her sal bên Mereşê û li vir kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin.      Palamenterê HDP'ê Zeynel Ozen jî kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û xwest kujer bên darizandin.    DERSIM   Komeleya Elewiyên Dernekleri (DAD) û Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Dersimê jî bi heman armancê li Dersimê kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Di bernameya bîranînê ya Navenda Giştî ya DAD'ê de nûnerên ÎHD, HDP, nûnerên sendîka û rêxistinên sivîl û demokratîk amade bûn. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo kesên ji yana xwe ji dest daye dest pê kir. Ewil  Dayikên Ocaxa Derviş Cemal Menşure Dogan, axivî û wiha got: "Doza me ne doza xwînîtiyê ye. Doza me doza mirovahiyê ye. Di vê doza mirovahiyê de divê her kes li cem hev bi hev re bin. Ger ku her tişt bi Mereşê bi qediya îro şer nedibûn. Ger ku bi Kerbela bersîv hatibûya dayîn komkujiya 38'an pêk nedihat. Mereş nedibû. "     Piştre Rêveberê Navenda GişTî ya DAD'ê Dursun Demirtaş daxuyanî xwend û diyar kir ku ew komkujiya Mereşê ji bîr nakin û wiha got: "Bi zanebûn, plan û armanc komkujiya Mereşê pêk hatiye. Kal, pîr, ciwan, jin û zarok her kes qetil kirine. Ev ne tiştek ji rêzê û asayî ye. Sedema vê yekê hişmendiya yek perest, nijadperest û neheq e. 40 sal derbas bûn ev êş hêj aş nebûye. Yên ev êş bi me dan jiyandin em tevan nahlet dikin. Me ev komkujî ji bîr nekir û em ji bîr nakin."    Bernameya bibîranînê bi belavkirina lokmayan bi dawî bû.