Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin 2018-12-22 12:02:47     BÛRSA - Li Înegolê, zilamê bi navê Oguzhan Kayaalp, hevjîna xwe Zûhal Kayalp û pitikê xwe yê 5 mehî Asaf Kerîm Kayalp kuştin.    Li navçeya Înegol a Bûrsayê, zilamê 25 salî Oguzhan Kayalp hevjîna xwe Zûhal Kayalp û pitikê xwe yê 5 mehî Asaf Kerîm Kayalp kuştin. Cîranan li ser dengên ji malê bilind dibûn, agahî dan polîsan. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, bi balyozan derî şikandin. Polîsên ketin malê, dîtin ku Oguzhan Kayalp hevjîna xwe Zûhal Kayalp û pitika xwe kêr dike. Polîsan Kayalp binçav kirin. Ekîbên tenduristiyê yên mudaxileyî dayîk û pitika wê kirin, anîn ziman ku jiyana xwe ji dest dane.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.