Cezayê dîsîplînê dan girtiyan 2018-12-22 11:18:30   WAN - Malbata Mustefa Geylan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Xerpêtê girtiye, diyar kirin ku Geylan rastî cezayê dîsîplînê û muameleyên keyfî tê.    Malbata Nivîskar Mustefa Geylan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Xerpêtê girtiye, di 12'ê Kanûnê de bi kurê xwe re  hevdîtin kirin û der barê rewşa girtîgehê de agahî dan. Malbatê diyar kirin ku kurê wan wan rastî cezayê dîsîplînê û muameleyên keyfî tê. Malbata Geylan anî ziman ku di hevdîtinê de rastî pêkanînên keyfî hatin. Birayê Mustafa Geylan Baran Geylan, da zanîn ku mafê wan ê hevdîtinê hatiye bi sînorkirin û bi cezayê dîsîplînê gef li wan xwariye. Geylan da zanîn ku birayê wî di sala 1999'an de hatiye girtin û ji wê demê heta niha li Girtîgehên Erzirom, Mûş, Gumuşxane maye û niha jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Xerpêtê girtî ye. Geylan, destnîşan kir ku birayê wî û girtiyên din rastkî pêkanînên keyfî û cezayê hucreyê tên.    Geylan, bang li raya giştî kir û xwest parazvanên mafên mirovan û hikuqnas hestiyar tev bigerin.