Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir 2018-12-22 11:05:24   STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku der barê rêveberên YAKAY-DER û Enstîtuya Kurdî yên bi KHK'ê hat girtin de lêpirsîn vekir, pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir.    Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku der barê 18 endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Kesên Hatine Windakirin Re (YAKAY-DER) û Enstîtuya Kurdî yên bi KHK'ê hat girtin de lêpirsîn vekir, pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir. Bi fermandariya Serdozgeriyê polîsan bang li endam û rêveberan kir ku li Midûriyeta Pol^sian a Navçeya Fatihê îfade bidin. Piştî bangê 10 kesan li Midûriyeta Polîsan îfade da. Hat diyar kirin ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatine tawanbarkirin. Kesên îfade dan, diyar kirin ku ji ber wêne, pankart û nivîsên der barê windayan de rakirine lêpirsîn li wan hatiye vekirin.    Hat diyar kirin ku der barê rêveberên Enstîtuya Kurdîya Stenbolê de jî lêpirsîn hat vekirin.