Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin 2018-12-22 10:38:54   ŞIRNEX -  37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber ku Seroka Gişti ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci der barê rewşa Cizîrê de Rapor amade kir bi îdîaya "propaganda rêxistinî kiriye" ceza birî. Di rapora Cizîrê ku Fîncanci piştî qedexeyên derketina kolanan amade kir de hat diyar kirin ku li Cizîre rûmeta mirovan hatiye binpêkirin.    Seroka Gişti ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, ji ber ku îmze avêtibû danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" der barê wê de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci di 19'ê kanûnê de li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê 2 sal û 6 meh ceza li Fîncanci birîn. Dozger di îdîanameyê de zêdetir cih da daxuyaniyên Fîncanci û rapora TÎHV'ê ku der barê serdema qedexeya Cizîrê ya navbera 2015 û 2016'an.    CIZRE RAPORU: RÛMETA MIROVAN KET BIN PIYAN   Rapora Cizîrê ku bû sedem ceza li Fincanci bibirin, rewş û çavdêriyên piştî qedexeya 79 rojan a Cizîrê hatibû vegotin. Di raporê de wiha hatibû gotin: "Piştî qedexeyê alav û amûr hatine dizîn. Li ser dîwaran nivîsên nijadperest, zayendperest û şovenîst hatine nivîsandin. Dîsa nivîsên ku rê li pêş tundiyê vedikin hatine nivîsandin. Nirxên gelan biçûk hatine xistin û qerfê xwe bi nirxên gelan hatiye kirin. Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin û jiyana mirovan tune hatiye hesibandin. Li dijî gel û mirovên Cizîrê ji muameleya dijminantiyê muameleyek xerabtir hatiye kirin. Mafê mirovan hatiye binpêkirin. Îşkence hatiye kirin û peymana der barê îşkenceyê de hatiye îhlalkirin. mafê mik, stargehê, perwerde, tenduristî û jiyana taybet, mafê ragihandin  bi awayekî gran hatiye binpêkirin."     DELÎL AVÊTIN DÎCLEYÊ   Fîncanci di raporê de destnîşan kir ku delîlên heyî tevî kavilên xaniyan avêtine Cemê Dîcleyê û winda kirine û wiha cih da raporê. "Ji ber ambulans dereng çûn gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çavdêriya jêrzemîna xaniyan de a jêrzemîna duyemîn de avahiya 5 xanî tev bûye kavil. Di jêrzemîna duyemîn de li gorî daxuyaniyên şahidan, piştî hewa germ bû dîsa bêhna cenazeyan tê. Di jêrzemina duyemîn de delîlên heyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tevî kavilan avêtine Cemê Dîcleyê. Di jêrzemîna sêyemîn dejî avahî bi awayekî çep û rast qelibiye xwar. Kesên li jêrzeminan jiyana xwe ji dest dane û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê nayên naskirin. Di vê pêvajoyê de peymanên navneteweyî hatiye binpêkirin. Lêkolîna zanistî û rêbazên lêkolîna gerdûnî hatiye îhlalkirin. Divê lêkolîn û lêpirsîn li gorî ‘Protokola Otopkiyê ya Minnesota" bê kirin û ev esas e.