Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn 2018-12-21 14:04:11   RIHA  - Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê gihaştin bajarê Serêkaniyê û tev li çalakiya kon bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bûn, bi dirûşmeyên berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê silav kirin.    Çalakiya kon ku şêniyên Serêkaniyê daye destpêkirin, di roja sêyemîn de didome. Bi sedan welatî û şêniyên bajarê Dirbêsiyê gihaştin bajarê Serêkaniyê û tev le çalakiyê bûn. Girseya ku tev li çalakiya Serêkaniyê bûn, bi dirûşmeyan berxwedana YPG`ê û YPJ`ê û QSD`ê silav kirin. Şêniya Dirbêsiyê Ebîr Hesen got: "Çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê hewldanan bikin, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî raneweste." û bertekên xwe anîn ziman. Şêniyên Dirbêsiyê dê 2 rojan beşdarî nobeta li konê bibin û di nava çalakiyê de bin.