Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin 2018-12-21 11:09:43   RIHA - Bulent Çevîk ê di Komkujiya 10’ê Cotmehê de xwişk û biraziya xwe winda kirin, bi hinceta parvekirinên meyda civakî hatin girtin.    Bulent Çevîk ê di Komkujiya 10’ê Cotmehê de li Enqerê, xwişka xwe Nûlgun Çevîk û biraziya xwe Sîdar Çevîk winda kirin, li Rihayê di serdegirtina malan ên di 19’ê Kanûnê de hatibû binçavkirin. Çevîk ê duh derxistin dadgehê, bi hinceta parvekirinên medya civakî bi îdîaya “Propagandeya rêxsitinê kirin” hat girtin.    Dadgehê Çevîk şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.