Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir 2018-12-21 09:03:29 MÊRSÎN - "Mehkûmê herî kevn ê 12'ê Îlonê" Hasan Gulbahar ku 35 salên temenê wî di girtîgehan de derbas bû, behsa salên di nav çar dîwaran de kir.  Hasan Gulbahar, di sala 1981'ê di 19 saliya xwe de bi "endamtiya TÎKKO"yê hat tawanbarkirin û hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê belê piştî Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê wî de biryara "binpêkirina maf" da di 11'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tekirdagê hat berdan. Gulbahar ji sala 1981'ê ve tenê sal û nîvekê li derve ma û wekî din 35 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kir. Gulbaharê 59 salî di raya giştî de wekî "mehkûmê herî kevn ê 12'ê Îlonê" dihat naskirin.    Gulbahar behsa salên xwe yên di nav çar dîwaran de derbas bûn kir.    LI GIRTÎGEHAN POLÎTÎKAYÊN TAYBET    Gulbahar, bilêv kir ku ferzkirina yektîpî di sala 1983'yan de dest pê kir û bi vê ferzkirinê re şert û mercên li girtîgehan girantir bûn. Gulbahar got: "Di dema rêveberiya awaret de li girtîgeha Metrîs, Mamak û Amedê polîtîkayên taybet dihatin meşandin. Helbet li girtîgehên din jî hemû mafên mirovî dihatin binpêkirin. Kovar, pirtûk û pêdiviyên sereke nedidan. Têkoşîna li hemberî faşîzmê xurt bû û li girtîgehên leşkerî polîtîkayên êrîşkarî, tepisandin û teslîmgirtinê hebûn. Li gelek deveran bi berxwedanê bersiva van pêkanînan dihat dayîn. Li herêmên pevçûn lê zêde bûn û li deverên êrîşên bi mebesta teslîmgirtinê dihatin kirin têkoşîneke mezin hebû."    BANDORA WÊ YA LI SER TENDURISTIYÊ    Gulbahar, diyar kir ku li girtîgehê nexweşîna dil, tansiyona çavan û gelek nexweşînên din lê peyda bûne. Gulbahar, bilêv kir ku bi taybetî jî mafên xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş dihat binpêkirin.    Gulbahar got: "ANcax du meh şûnde me dibirin revîrê. Wexta mesele dihat ser sewqkirina nexweşxaneyê ev yek dirêjtir dajot. Bijîşkên çavan digot 'bila sê mehan carekê bê.' Lê belê ancax 15 mehan carekê dibirin. Berî bê derketin ji bo nexweşîna dil, 3-4 mehan ez nehatim sewqkirin. Girtiyên nexweş hemû bi vê rewşê re rû bi rû ne. Her wiha wexta dibin nexweşxaneyê jî kelemçe dikin. Tedawiya bi kelemçekirî dihat ferzkirin. Mesele di bijîşkan de jî heye. Tu dibê qey girtî û peywirdarê dewletê rû bi rû dimînin. Wexta hêla bîrdozî jî daxilî nav tê kirin, ev yek diguhere. Halbukî bijîşk sonda hîpokratê xwarine ûd ivê wekhev nêzî herkesî bibin."    Her wiha Gulbahar, anî ziman ku di warê raporên ji bo girtiyên nexweş jî gelek pirsgirêk rû didin.    ‘NE WIJDANÎ YE'    “Hevalê Kemal Aktaş, her du destên wî tune ne. 4 raporên Kemal Ozelmali hene ku divê di girtîgehê de nemîne. Her wiha Dayika Sîsê ku ji ber temenê xwe divê ne di girtîgehê de be. Girtina wan ne wijdanî ye."    Gulbahar, destnîşan kir ku li dijî şert û mercên nebaş ên girtîgehê girtî bi rojiya mirinê li ber xwe dane û mirina di van çalakiyan de jî herî zêde di dema hikûmetên sivîl de rû daye. Her wiha Gulbahar, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin jî.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    Gulbahar, ji bo çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî destnîşan kir ku ev çalakî girêdayî daxwaza gelekî ku dixwaze çawa bijî. Gulbahar got: "Li hemberî polîtîkaya şer rêya aştiyê, li hemberî polîtîkaya çewisandinê rêya azadî, heq, hiqûq û edaletê heye û ev rê bi grevên birçîbûnê hatine vekirin. Wexta gel bersiva van daxwazan bide û destekê bide greva birçîbûnê wê jiyana civakiyî û nêvenga siyasî diyar bike. Loma divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin."   Gulbahar, diyar kir ku ji bo ev çalakî bigihîje armanca xwe divê malbatên girtiyan û raya giştî ya demokratîk destekê bide û got: "Ên di girtîgehan de her tiştî dikin. Divê malbat xwedî lê derkevin da ev yek belav bibe ûe ncam bê girtin. Girtî dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê. Ev daxwazeke demokratîk e û divê bê qebûlkirin."    Her wiha Gulbahar bal kişand ser bêdengiya AKP'ê ya li heêberî çalakiyên greva birçîbûnê jî. Gulbahar, diyar kir ku Tirkiye ji bo rê li ber maf û daxwazên netewî yên kurdan bigire tim polîtîkayeke şerî esas digire. Gulbahar got: "Çi li derve çi li hundir naxwaze xwedî li daxwazên demokratîk, maf û azadiyan bê derketin û naxwaze ev yek xwebigihîne girseyan. Bi van polîtîkayan dixwae girtîgehan jî ardest bigire. Yanî polîtîkaya şer a îktîdarê di heman demê de dixwaze girtîgehan jî teslîm bigire."    MA / Ergin Çaglar - Cemil Ugur