ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-21 09:00:17 * "Mehkûmê herî kevn ê 12'ê Îlonê" Hasan Gulbahar ku 35 salên temenê wî di girtîgehan de derbas bû, behsa salên di nav çar dîwaran de kir.  * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatab Ocalan e û got: "Tecrîd, mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta hûn dawî li tecrîdkirinê neynin hûn ê nikaribin tu tiştî bikin."    * Parlementerê berê Abdulbakî Erdogamûş, ji bo polîtîkaya Sûriyeyê ya Serokomar Erdogan û AKP'ê bilêv kir ku xeyal û utopyaya neo-osmanîtî ye. Erdogmûş, got divê AKP dev ji vê polîtîkaya xwe berde û li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze.    *  Li Mêrsînê hat derpêşkirin ku li qereqolê polîsekî qirika ciwanê bi navê Ramazan Kaya jê kiriye, lê belê dozger henekê xwe bi Kaya kiriye. Kaya, diyar kir ku dozger di girteka îfadeyê de tenê derbkirin nivîsandiye.    * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, şaredarî veguherandin qereqolê. Zêdetirî 2 sal in her personeleke şaredariyê herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînên li noqteyên li şaredariyê hatine çêkirin hatine derbaskirin.    * Li gel biryara ku Dadgeha bilind a der barê Heskifê de dê Mizgefta Selahattin Eyyubi bê guhestin. (07.00-10.00)   * 35 çalakgerên li avahiya HDP'ê li dijî tecridê ketin greva birçîbûnê û hatin binçavkirin, piştî duh hatin berdan dê li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Saziyên elewiyan ên Edeneyê, dê der barê komkujiya Mereşê de li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê der barê rewşa îhlalên li Girtîgeha Tîpên F û T yên hêjmar 1-2 yên Tekîrdagê de agahî bidin. (13.00)     * Baroya Amedê dê ji bo kujerê Tahir Elçî bê ronîkirin çalakiya heftane di hefteya 155’an de li ber Edliyeya Amedê berdewam bikin. (13.30)