Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn 2018-12-20 14:41:38   RIHA - Parêzerên Halîd Muslum ê ji Kobanê yê di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Riha de hatibû binçavkirin û biryar hat dayîn bê dersînorkirin, serî li AYM’ê dan ku biryar bê rawestandin.    Li Rihayê, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin de, polîsan di 6’ê Kanûnê de bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girtin û ji 47 kesên binçav kirin 5 jê hatin girtin û ji bo penaberê ji Kobanê yê xebatkarê HDP’ê Halîd Muslum jî biryara der sînor kirinê hatibû dayîn. Parêzerên Muslum ê li Midûriyeta Polîsan tê rawestandin, ji bo biryara dersînor kirinê bê rawestandin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Malbata Muslum serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê dan û xwest biryar bê rawestandin.    'LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Endamê MYK’a ÎHD’ê Prz. Mûstafa Vefa derbarê mijar de ev agahî dan: “Ger Halîd Muslum der sînor bê kirin, dê jiyana wî bikeve talokeyek mezin. Heya ku darizandin bi encam nebe, muameleya der sînor kirinê li dijî hiqûqê ye. Ev kes ji ber şerê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiriye û li HDP’ê ji xwe re kar dîtiye û çay belav dike. Bi tu awayî ev yek ne sûce. Der sînor kirina wî li dijî hiqûq û dadgeha qanûna bingehîn.”   Vefa, diyar kir ku wan derbarê Muslum de serî li AYM’ê dane û li bendêne îro bersiv bê dayîn.    5 ZAROKÊN WÎ HENE   Halîd Muslum ji ber şerê Sûriyeyê bi 5 zarok û hevjîna xwe  re koçî Rihayê kiribûn û nêzî salekêye li avahiya HDP’ê çaygeriyê dike. Hat diyar kirin ku ger Muslum bê dersînorkirin, ji ber ku deriyên sînor ên dibin kontrola Kurdan de girtine, ewê wî di deriyê Kîlîsê re bişînin Ezazê û ev der jî dibin kontrola komên OSO deye. Ji ber vê yekê jiyana Muslum dikeve talokeyek mezin.