Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû 2018-12-05 18:55:22   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li Wanê ji aliyê parlementerên HDP'î ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 28'an de ye. Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP'ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ua li Wanê ku parlementerên HDP'î Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç û Saît Dede ve ji bo 3 rojan hat destpêkirin bi dawî bû. Çalakî îro saet di 17:00'an de bi dawî bû.   Piştî çalakiyê parlementerê HDP'î Mûrat Sarisaç daxuyanî da û got: "Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê 28 roj berê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ji bo piştevaniyê me jî ji bo 3 roja dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û niha di roja sisêyan çalakiya me bi dawî dibe. Em niha tenê çalakiya ji bo 3 rojan bi dawî dikin. Lê wê têkoşîna me dewam bike. Daxwaên Birzê Guvenê daxwazên mafdar in. Heta dawî li tecrîdê neyê em ê li cem Leyla Guvenê bin."