Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin 2018-12-03 11:06:27   ENQERE - Ji bo 7 kerkerên mehaneya xwe  ji TOKÎ xwestin ên hatin binçavkirin, bi hinceta “Agir pêxistin û zirar dayîna derdorê” 259 TL cezayê pere birîn. Piştî birîna cezayê pere karker hatin berdan.    15 karkerên ku di înşaeta TOKÎ ya ‘Projeya Hezar 312 Avahî’ de dixebitîn, ji bo ku du sal in mehaneya wan nayê dayîn, li pêşiya înşaetê ev 7 roj in di grevê debûn. Polîsan serê sibê avêt ser konê karkeran û ji wan xwest çalakiya xwe bi dawî bikin. 3 karkerên ev yek qebûl nekirin hatin binçav kirin û 4 karkerên bertek nîşanî binçavkirina 3 hevalên xwe dan jî hatin binçavkirin. Polîsan konê karkeran xerakiribûn û karker birin qereqolê.   Karker Kerem Ozkaya, Omer Ozkaya, Dogan Ozkaya, Dogukan Ozkaya, Mugdat Altuntaş, Ozan Demîrtaş û Erkan Demîrtaş ên li Qereqola Mamakê îfade dan, bi hinceta “Agir pêxistin û zirar dayîna derdorê” 259 TL cezayê pere li wan hat birîn. Piştî birîna cezayê pere, karker hatin berdan.    Karkerên li ber xwe didin, dê saet 13.00’an li ber avahiya navenda TOKÎ daxuyanî bidin çapemeniyê.