Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan 2018-12-02 15:13:30   ANTALYA – Girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Antalya ragihandin rêveberiya girtîgehê bi hêceta “ewlehiya saziyê dixe talûkeyê” nameyên girtiyan desteser dike.   Mehmet Şeran û Emre Salduz ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalya girtî ne ji nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol re name nivîsandin û ragihandin ku rêveberiya girtîgehê dest datîne ser nameyên. Girtiyan di nameya xwe de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kirin û di nameye de hat gotin rêveberiya girtîgehê bi hêceta “ewlehiya girtîgehê dixe talûkeyê” dest danîne ser 3 nameyên behsa binpêkirina mafan dike. Girtiyan got pişt re jî nameyan nedane wan.