'Em ê bibin dengê têkoşîna Leyla Guven' 2018-11-28 09:04:52 MÊRSÎN - Siyasetmedar û endamên rêxistinên civaka sîvîl ên Mêrsînê, diyar kirin ku tecrîta li Îmraliyê, di deman demê de li dijî aştî û demokrasiyê ye û gotin: “Emê bibin dengê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem kir.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 21’emîn de berdewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiya Guven jî her roja diçe belavtir dibe. Endamên Partiyên siyasî, rêxistinên civakên sîvîl û nûnerên sendîkayan, greva birçîbûnê ya Guven silav kirin û banga xwedî derketinê li raya giştî kirin.    ‘EM LI HEMBERÎ VÎNA JI BO AŞTIYÊ RÊZDARIN’   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsîn ê Hakkî Demîr, diyar kir ku ji bo aştiyê bedena xwe danîna holê pir girînge û wiha axivî: “Ji bo aştiyê hemû rê hatin girtin û herî dawî mirov neçar dimînin ku jiyana xwe danin holê. Ev ji bo me cihê rûmet û nirxdayînê ye. Ji bo ku biryar Guven a bi rûmet deng bide, em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Daxwazên Guven siyasî û mirovî ne. Ji ber vê divê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl bi hestiyar tevbigerin û xwedî çalakiya wê derkevin. Weke ÎHD’ê daxwazên Guven daxwazên me ne. Hemû kesên ku aştiyê dixwazin, divê ji bo daxwazên Guven dengê xwe bilind bikin û bikevin nava tevgerê.”    'AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ TECRÎT DIKIN'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Zelal Onen jî, anî ziman ku ji bo bi dawî anî şer Guven bedena xwe ji mirinê re razand û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de tecrîdkirina aştî, demokrasî û azadiyê ye. Daxwazên Guven daxwazên me ne jî. Guven rûmeta me ye. Ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li Îmraliyê dest bi çalakiyek wiha kir. Ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî Guven derbikevin. Ger îro em xwedî Guven dernekevin emê nekarin tecrîda li ser gelan bişkîn in.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrsînê Munîr Guzel jî, bal kişand ser çalakiya Guven a ji bo bi dawî anîna tecrîdê û girtina wê. Guzel, da zanîn ku ji bo xurt kirin vê çalakiyê divê hemû sazî û dezgehên demokratîk mil bidin milê hev û dengê xwe bilindtir bikin.   ‘EMÊ BIBIN DENGÊ GUVEN’   Ji ekîba Hatdîtin a ji bo piştevaniya girtiyan hat avakirin nivîskar Adil Okay jî, çalakiya Guven bi awayekê erênî nirxand û wiha bilêv kir: “Bi awayekê bêhiqûq Guven di girtîgehê de tê girtin. Daxwazên wê daxwazên demokratîkin. Emê bibin dengê Guven.”   'ME GUH BIDIN DAXWAZÊN WÊ'   Seroka Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Ozge Goncu jî, bertek nîşanî girtina Guven da û wiha got: “Em kesên ku jiyanê diparêzin, divê dest ji daxwazên xwe yên demokratîk û aştiyane bernedin. Emê tu carî dest ji van daxwazên xwe bernedin. Divê em daxwazên xwe yên aştiyê, ji jiyanek azad li hemû qadan bilindtir bikin. Werin em bi hevre guh bidin çalakî û daxwazên Leyla Guven.”