5 mamosteyên DÎSA-DER'ê hatin girtin 2018-11-27 20:30:03   WAN - Li Wanê mamosteyên DÎSA-DER'ê yên hatin binçavkirin, hatin girtin.    Li Wanê di avêtina ser malan de Hevserokê Komeleya Lêkolînkirina Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) Naîm Ozden, perwerdekar Şevket Acar, Dîlber Akin, Mizgîn Denîz, Gulsim Bîlge, Ferhan Yeşîl û Celal Sogûk hatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.   Mamosteyên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin Ferhan Yeşîl, Şevket Acar, Naîm Ozden, Celal Sogûk û Mizgîn Denîz bi heman hincetê hatin girtin.    Gulsume Bîlge û Dîlber Akin jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.