NMM a Baroya Stenbolê ji bo Demîrtaş serî li AYM'ê dan 2018-11-27 15:06:31   STENBOL - Navenda Mafên Mirovan (NMM) a Baroya Stenbolê, bi daxwaznameyekê serî li AYM'ê dan û xwestin piştî biryara DMME'ê Demîrtaş bê berdan. NMM'ê destnîşan kir ku ew dê serdestiya hiqûqê biparêzin û şopdarê wê bin.    Navenda Mafên Mirovan (NMM) a Baroya Stenbolê, bi daxwaznameyekê serî li AYM'ê dan. NMM a Baroya  Stenbolê da zanîn ku biryara DMME'ê peymana 46'an û xala 90'an a AYM'e eleqeder dike û xwestin Demîrtaş berdin.  Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê bi armanca  Demîrtaş bê berdan serî li AYM'ê da. Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Demîrtaş ku zêdeyî 2 salin li Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê girtî ye biryar da, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê bi armanca Demîrtaş bê berdan serî li AYM'ê dan.  Navenda Mafên Mirovan (NMM) a Baroya Stenbolê di daxwaznameyê de diyar kir ku piştî Demîrtaş serî li DMME'ê da, DMME'ê di 20'ê Mijdarê de biryara berdana wî da û wiha got: NMM'ê ya Baroya Setenbolê da zanîn ku DMME'ê destnîşan kiriye ku li gorî xala peymanê ya 18'emîn mafê azadî, ewlehî û hilbijêriyê hatiye îhlalkirin û ji ber vê deyê divê bi lez  bê berdan û Komara Tiriye hemû tedbiran bigire.    BIRYARA DMME'Ê XALA 90'AN A AYM'Ê ELEQEDER DIKE   NMM'ê da zanîn ku mixabin ligel hefteyek di ser biryarê re derbas bûye hêj Demîrtaş nehatiye berdan û wiha got: "Biryara DMME'ê xala peymanê ya 46'an û xala 90'emîn a Qanûna Bingehîn eleqeder dike.  Li gorî vê yekê heta niha neberdana Demîrtaş nayê qebûlkirin. DMME der barê berdana Demîrtaş de pir zelal erkên li pêş Tirkiye danîne holê. Ji ber vê yekê divê bi lez biryara dadgehê pêk bê. Em jî wekî Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê vê dozê dişopînin û serdestiya hiqûqê heta dawî emê biparêzin û şopdare wê bin.