Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin 2018-11-27 11:23:10   STENBOL – Li 10 navçeyên Stenbolê di serdegirtinên malan de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Li 10 navçeyên cuda yên Stenbolê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên tîmên taybet û TEM’ê oparasyon pêk anîn. Di serdegirtina malan de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.