Cenazeyê Saltan hat defin kirin 2018-11-27 11:14:46   AMED - Malbata endama HPG'ê Fatime Saltan a li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Mardînkapi ya Amedê defin kirin.    Di 17'ê Îlonê de li Dersimê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji endamên HPG'ê Fatime Saltan (Azime Çınar) bû. Malbata Fatîme Saltan piştî cenazeyê keçax we ji Satziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin, anîn Amedê. Malbatê Cenazeyê Saltan li Goristana Mardînkapı ya Navçeya Sûra Amedê defin kirin. Polîsan beriya cenaze bê defin kirin, goristan dorpêç kirin. Polîsan destûr neda ku ji xeynî xizmên Sultan kesên din derbasî goristanê bibe. Piştî malbatê Saltan definkirin, ji ser goristanê vegeriyan.