Qeyûm li Cizîrê dar birîn û dîrekên MOBESE çikilandin 2018-11-27 09:55:06   ŞIRNEX - Li Cizîrê Qeyûmê ku tayînî şaredariyê hat kirin, di bin navê "restorasyonê" de park xera kirin û darên li parkê birîn. Qeyûm li şûna daran dîrekên MOBESE çikilandin.    Qeyûmê tayînî şaredariya Cizîrê hat kirin, di bin navê "restorasyonê" de park xera kir û li şûna darên parkê dîrekê MOBESE çikilandin. Piştî qeyûm dayinî Şaredariya Cizîrê kirin, parka li tenişta Çemê Dicleyê di bin navê restorasyonê de dest bi xerakirinê kirin. Hin parkên hatin xerakirin piştî çend mehan şûnde hatin çêkirin. Hin park jî hêj nehatine çêkirin û xeatên li wir didomin. Li parkê gelek dar hatin rakirin û li şûna wan dîrekên MOBESE hatin çikilandin. Dîsa bi dehan bufe, kafe û aşxane hatin xerakirin û li şûna wan kargeriyên yek tîp hatin avakirin. Kesên ku kargeriyên wan li parkê hebûn, beriya park bên hilweşandin soza ku cihê wan dîsa teslîmî wan bikin dan. Lê qeyûm soza da esnafan pêk neanî. Hat zanin ku kesên kargeriyên wan li Parka Birca Belek hebûn, hêj teslîmî wan nekiriye. Esnafên ku cihê karê wan hatin xerakirin û dîsa kargerî nedan wan, li karkeriya hat avakirin jî navê "Mîllet Kıraathanesi" ku Serokê AKP'ê Erdogan beriya hilbijartinê soz dabû ku dê li her derê ava bikin, lê kirin.