Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê 2018-11-27 09:14:13 ENQERE - Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam destnîşan kir ku wê di hilbijartina herêmî de AKP'ê li dor banda ji sedî 30 dengan bigire û got: "Windahiya di AKP'ê de didome. Av dikeve keştiyê. Lê êdî wê ev kun bi pîneya MHP'ê neyê girtin."  Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Prof. Dr. Cîhangîr Îslam ku ji ber îmze danî bin danezana "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qersê hat îxrackirin bal kişand ser atmosfera piştî îtifaqa AKP-MHP'ê rû da û hilbijartina herêmî.    Îslam, destnîşan kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de tenê di dest de çanda qesrê maye û got: "Binerin entelîjansiyaya (rewşenbîr) di salên 90'î de xwedî performanseke bilind bû niha tune ye. Yanî êdî hilberandina fikran tune ye. Pêşketina derdora muhafazakr tenê di nêvengênd emokratîk de çêdibe. Yanî wexta rewşên awarte daxilî nav kar bibin, pêşketina çandî pêk nayê. AKP qada hilberandina hilmendiyî jî ziwa kiriye. Taliyê ev mirovên difikirin an kirine karmend an jî di ser televîzyonan re wan quraftine. Mixabin nêvenga serbixwe ya entelektueliyê hatiye pelişandin. Derdoreke din heye, derdoreke muxalefetê. Niha ew vê alayê hêl dikin. Helbet wê hilberandina vê hişmendiyê dewam bike."   Îslam, destnîşan kir ku tişta li holê ne edalet e û got: "Li girtîgehan hejmara kesên girtî zêde bûye. Hemû muxalefet bi awayekî hatiye bêdengkirin. Rejîma otorîter li nasnameyê nanêre. Dinere ka kî destekê dide îktîdarê û kî nadê. Yanî senifandineke egosantrîk dike. Herî dawî min gotibû, navê AKP'ê Partiya Edalet û Pêşketinê ye. Min ji wan re got têgîna edaletê betal bikin."    'KUN MEZIN BÛYE, PÎNEYA MHP'Ê JÎ BI KÊR NAYÊ'   Îslam, destnîşan kir ku AKP-MHP dîsa ji bo hilbijartinê li dor hev çûne û kom bûne. Îslam diyar kir ku i hilbijartina herêmî de AKP'ê li dor banda ji sedî 30 dengan bigire û got: "Lê belê êdî kun mezin bûye. Windahiya di AKP'ê de diome. Av dikeve keştiyê. Me di 24'ê Hezîranê de got ji sedî 42, lê anket biniya vê nîşan didin. Êdî ne mikun e ku AKP şaredariyan bigire. Niha ji bo xwe li hevkarekî digeriya û tenê MHP pê re hevkariyê dike. A rast hevkariya wan ne di 24'ê Hezîranê de, ji 17-25'ê Kanûnê vir ve didome. Lê kesên bibin hevkarên îcraatên AKP'ê tê wateya dibin hevkarên fatûreya wê ya siyasî jî. Çimkî wê hilbijêr vê yekê esas bigirin. Lê belê bawer nakim êdî kun bi pîneya MHP'ê jî bê girtinç Çimkî av dikeve keştiyê û kun mezintir bûye. Wisa difikirim wê di hilbijartinên herêmî de gelê me hişyariyeke mezin bide der."    'PIŞTÎ REFERANDÛMÊ PARADÎGMAYEKE NÛ DERKET HOLÊ, DIVÊ EV BERFIREHTIR BIBE'   Îslam, li hemberî vê rewşê bal kişand ser rewş û helwesta muxalefetê jî û got: "Li holê muxalefeteke perçebûyî heye. Heta hin partiyên muxalif ji bo li kêleka hev neyên dîtin tev digerin û vê wekî windahiyeke siyasî dibînin. Lê li gorî dîtina min divê ew helwesta di 24'ê Hezîranê de derket holê dewam bike. Mirovên li taxan bi hewldanên xwe hin tişt kirin. Ev pir girîng e. Wateya vê ev e; 'Em cuda ne, lê em dikarin bi hev re bijîn.' Bi ya min divê ev helwest dewam bike. Yanî divê dev ji tiştên wekî hêlek xayîn bê îlankirin, hêlek bê binpêkirin bê berdan û ev yek li ser asasên jiyana bi hev re bên kirin. Ev yek jî bi esas girtin û qebûlkirina cudahiyan pêkan e. A rast ev li Tirkiyeyê jiyaneke nû jî restore dike. Piştî referandûmê paradîgmayeke nû derket holê. Derdoreke nêzî ji sedî 50 û li ber xwe dide heye. Rêya kesên ehlê demokrasiyê û jiyana bi hev re vekiriye. Wis abawer dikim înşelleh wê ev yek berfirehtir û mezintir bibe."