Midûrê bankeyê û xebatkarê wê bi selefxuriyê hatin tawanbarkirin 2018-11-27 09:11:28 AMED - Li Amedê şebekeya selefxuriya amûrên POS'ê dike û blokeyên li ser hesabên bankeyê radike û midûrê şaxa bankeyê yê amûrên POS'ê peyda kirine jî di nav de der barê 52 kesan de doz hat vekirin.  Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 7'ê Hezîranê de li 8 bajaran der barê kesên selefxuriya amûrên POS'ê dikin de operasyon hat destpêkirin û di vê operasyonê de 33 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser mal û cihên evan kesan de 26 amûrên POS'ê, 3 kompîturên ji bo POS'aa sanalî dihatin bikaranîn, bi sedan kartên krediyê û 150 hezar TL hatin desteserkirin. Her wiha di çaroveya operasyonê de 10 kargehên ku hatin tespîtkirin selefxuriya amûrên POS'ê dikin jî hatin mohrkirin.    Lêpirsîna der barê 52 kesan de hat temakirin û îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de serekên şebekeyê N.E. û M.A. bi tawanbariya "avakirina rêxistina sûcî" û "selefxuriyê" û Midûrê Şaxa Bankeyê yê Stenbolê Ş.E. û xebatkarê heman bankeyê M.H. jî di nav de 29 kes jî bi "endamê rêxistina sûcî" û" selefxuriyê" hatin tawanbarkirin. Di îdianameyê de 21 kesên din jî bi "alîkariya rêxistina hatiye avakirin" û "selefxuriyê" hatin tawanbarkirin.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku bersûc bi bikaranîna amûrên POS'ê bi bedêla rêjeya 3-5 faîzê pereyan dixin kartên krediyê yên kesên pereyê wan ê pêşin tune ye û bi vî awayî selefxurî kirine.    Di îdianameyê de hat xwestin N.E. û M.A û midûrê bankeyê Ş.E. jî di nav de 29 kesv bi "avakirina rêxistina sûcî" û "selefxuriyê" bên tawanbarkirin di navbera 9-24 salan de bên cezakirin. Her wiha di îdinameyê de hat xwestin ku 21 bersûcên din jî bi "alîakriya rêxistinê" û "selefxuriyê" bên tawanbarkirin û di navbera 4-11 salan de bên cezakirinç Îdianameya hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 14'an a Amedê ve hat qebûlkirin.