Endama Komîsyana Venedîkê yê Berê: PMME ji ezmanan nehat 2018-11-27 09:09:56 STENBOL - Endama Komîsyona Venedîkê Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Selehattîn Demîrtaş de û xala Qanuna Bingehîn a 148'an bibîr xist û got: "PMME ji ezmanan bi zembîlê nehat xwar. Di Qanûna me ya Bingehîn de jî heye.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), di 20'ê mijdarê de der barê Hevserokê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtdaş de biryar da û xwest ku Tirkiye Demîrtaş berdin. Li gel parezeran seri li dadgehê da jî  19'emin Dadgeha Ceazyên Giran a Enqereyê hêj tu gav neavêtiye. Endama Komîsyona Venedîkê û Hîndekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hacettepe Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Selehattîn Demîrtaş de û wiha got: "PMME ji ezmanan bi zembîlê nehat xwar. Di Qanûna me ya Bingehîn de jî heye. DMME, di mudaxaleya hêza cemaweriyê ya li dijî mafên bingehîn de, her dem şert û merc û rewşa hola heyî li ber çavan digere. Dema van şertan dinirşîne jî rewşa welat ku di navde ye li ber çavan digire. Lê ev nirxandinek giştî ye. Dema em li biryaran dinerin, kesên ku li dijî mafê wî mudaxale dihatin kirin, li têkiliyên wî yên bi tundî, nifrîn û terorê re heye ya na hatiye nirxandin."    JI BO TIRKIYE GAVEK YEKEM E   Aydin, destnîşan kir ku biryara DMME'ê ya der barê Demîrtaş de ku ji xala 18'emîn a PMME'yê daye, ji bo Tirkiye yekem e.  Biryara der barê Tirkiye de gavek yekem e. DMME der barê welatên din de ev biryar berê jî dabûn. Dema DMME vê biryare bide divê ew welat tewez wî-wê kesê berdin. Ji bo ewlehî û azadiya kes biryara DMME girîng e. Gelek biryarên bi vi rengî hene. Tu welat nikare ji ber biryaren siyasî serokê partiyekê û rêveberê partiyekê ji mafê wî yê tekakesî bêpar bihêlin. Divê sedem li ser esasê zagon û hiquqê be. Ji bo demokrasiyek ewle, muxalefeta demokratîk girîng e. Gerku muxalefet tune be demokrasî pêş nakeve. Ev di qanûna me de jî heye. Ji roja biryar hat dayîn heta niha dibêjim. Di encamê de ev hiqûqame ya navîn e. Divê em li biryara dadgeh û hiqûqaxwe guhdar bikin."    TIRKIYE GIRÊDAYÎ DMME YE   Aydin, herî dawî destnişan kir ku Tirkiye girêdayî DMME  ye û wiha bi dawî kir: "Dibe ku siyasetmedar vê biryarê nexne bikin. Lê ez bawer dikim ku dê vê biryarê pêk bînin. Heta niha gelek biryarên ku DMME'ê daye dibe ku rêveberên vî welatî bêzar kiribin. Lê ev nayê wê wateye ku ev ne girêdayî vê peralê ne. Peymana Mafên Mirovan heye. Dibêje mafê her kesan ji aliyê qanûnên bingehîn ve hatiye parastin û dê bê parastin. Di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan (PMME) de tê diyarkirin. Kesên ku mafê wan bê binpêkirin dikarin li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin. Di xala PMME'ê ya 148'an de heye. Her tiştê di PMME'ê de heye di qanuna me ya bingehîn de jî heye. PMME ji ezmanan nehatiye. Di qanûnên me de jî hene. Dadgeh dibêje divê kes serbest bê berdan û mafê wî yê tazmînatê bê dayîn. Divê welat tekeve nava rê û rêbazên vê yekê çawa bi awayekî baş pêk bîne."    MA/ Yasin Kobulan