KESK: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbokişin 2018-11-26 14:06:33   ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk bertek nîşanî binçavkirina sendîkavan û siyasetmedaran da û got: “Ji bo hevalên aştiyê daxwaz kirin e hatine binçavkirin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbikoşin.”    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) binçavkirina rêveberên sendîkayên wan û siyasetmedaran civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya SES’ê pêk hat û rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’ê beşdar bûn.    ‘TÊKOŞÎNA ME WAN TIRSANDIYE’    Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di civînê de axivî û got rewş hatiye wê astê ku her sibe ew bi binçavkirinan şiyar dibin. Bozgeyîk wiha got: “Têkoşîna sendîkayên me û hevalên me kedkar desthilatdariyê xistiye nav tirsê. Ji bo vê yekê demildest ketin tevgerê. Dema bangî hevalê me bikin jixwe dikarin biçin îfade bidin. Lê desthilatdarî bi rêbaza binçavkirin û girtinê dixwaze hemû muxalîfan bipelçiqîne. Dixwaze pêla tirsê serdest bike. Van polîtîkayên xwe bi sîstematîk pêk tîne. Ev polîtîka li dijî makeqûnê ye û binpê dikin.”    ‘EM Ê JI BO AŞTIYÊ TÊBOKIŞIN’    Bozgeyîk anî ziman ku daxwaza wan aştiyê wek sûc tê dîtin û got: “Çawa ku em duh xwedî li aştiyê derketin, ji niha pê ve bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna ji bo aştiyê bilindir bikin û xwedî lê derkevin.”    ‘EM SIBÊ LI EDLIYÊ NE’    Bozgeyîk xwest hevalên wan binçavkirî demildest bên berdan û wiha got: “Li gorî agahiyên parêzeran da me, dê hevalên me sibê derxin edliyê. Em ê jî sibê hemû li Edliya Enqereyê bin. Em carek din destilatdariya siyasî hişyar dikin; bi binçavkirin û girtinan hûn nikarin têkoşîna me ya ked û demokrasiyê têk bibin.”