Koçyîgît a hat derpkirin: Tu wateya barîkaten tuneye 2018-11-26 13:35:18 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li Taksîmê jinan bi reng û hêrsa xwe bersiv dan astengî û mudaxileya polîsan û got: “Desthilatdar parçeyekê tundiya tabloya duh hat jiyîne. Tu barikat dê nekarin pêşiya hêrsa jinan bigirin.”   Jinên ku bi minesebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê duh li Tunela Taksîmê kom bûn û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin, lê jin rastî astengiya walîtiyê hatin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevberdevka HDK’ê û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî beşdarî çalakiya jinan bibûn. Jinên ku di meşa xwe de israr kirin rastî mûdaxileya polîsan hatin. Polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîkê bi ser jinan de barandin.     'TU WATEYA BARÎKETAN TUNEYE'   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî dinav de gelek jin rastî tundiya polîsan hatin û hatin derp kirin. Koçyîgît, diyar kir ku tabloya duh derketî holê, çewherê desthilatdariya AKP’ê ya 16 salen bûn. Xwestin mafê herî xwezayî yê jinan roja 25’ê Mijdarê asteng bikin. Ne minkunek ku em vê qebûl bikin û em helwestên wiha şermezar dikin. Duh jinan, bi rastî jî heqîqet qêriyan. Dê tu barîket, tundiya dewlet û polîsan nekirin me ji rêya me bikin. Wan duh dengasiyên xwe nîşan da û polîtîkayên xwe yên dirû carek din teşhîr kirin. Ji ber vê yekê tu wateya wan barîket ji bo me tuneye.”   MA / Necla Demîr