Qeyûm-Walî dest bi propaganda namzetên AKP’ê kir 2018-11-26 13:14:06   WAN – Walî û di heman demê de Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu, ji bo hilbijartina herêmî derket qadê û dest bi propaganda hikumetê kir û ji AKP’ê re deng xwest.    Waliyê Wanê û di heman demê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu beriya propaganda û xebata hilbijatinê dest pê bike derket qadê û dest bi propaganda hikumetê kir. Zorluoglu yê li qadê propaganda hikumetê kir dengan ji bo AKP’ê xwest. Zorluoglu yê beşdarî vekirina parkek Şaredariya Artemêtanê bû xwest welatî di hilbijartinê de biryarek rast bidin. Qeyûm Zorluoglu du roj berê jî beşdarî merasîma çêkirina mizgeftekê bû û diyar kir ku pêwîste gel xwedî li “xizmetê” derkeve. Zorloglu bang li welatiyan kir ku piştevaniya AKP’ê bikin.    Qeyûm Zorluoglu di hilbijartina giştî ya di 24’ê Hezîranê de derketibû qadan û ji bo AKP’ê li dengan geriyabû û deng xwestibû.