Li Girê Spî yekem car 25'ê Mijdarê pîroz kirin: Dê hemû cîhan qêrîna me bibihîze 2018-11-26 10:35:07   GIRÊ SPÎ - Jina Ereb Nûpelda Girêsipî ku piştî Grî Spî ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kirin û yekem car 25'ê Mijdarê pîroz dike wiha got: "Jinên Sûriyeyî hemû bi heman hest, ruh û hestî 25'ê Mijdarê pîroz dikin. Dê hemû cîhan vê qerînê bibhîzin. Êdî jinên ereb jîdigêjin cewherê xwe."    25'ê mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî  ya li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê wekî ku li hemû cîhanê tê pîrozkirin, li Rojhilat û Bakurê Sûriye jî bi mîtîng û çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Ji Kobanê, Qamişlo û Reqqa bigire heta Hesekê, Dêra Zor û Minbicê bername û şahî hatin li darxistin. Jinan bi girseyî 25'ê mijdarê pîroz kirin û tundiya mêr şermezar kirin. Jinên ku derketin kolanan bi nasnameyên cuda bal kişandin ser xwe. Jinê Kurd, Ereb, Suryanî Tirkmen û Ermenî milên xwe dan hev û bi hevre daketin qadên mîtîngan. Jinan bang li hemû jinan kirin ku yekîtî û têkoşîna xwe bêtir xurt bikin.    JINEK EREB    Di nava çalakiyan de gelek jin yekem car tev li pîrozbahiyên 25'ê mijdarê dibin. Jinên ereb jî vê carê li gel jinên kurd cih girtin. Îsal jinên ereb jî di refên pêş de cihên xwe girtin. Yek ji jina ereb a bal kişand ser xwe, Nûpelda ya Girê Spî bû. Nûpelda Girêspî navê bajarê xwe kiriye paşnavê xwe. Nupelda, salek berê tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. 21 salî ye û ji Girêspî ye. Nûpelda, diyar kir ku ew piştî tev li YPJ'ê bû xwe di nava jinan de bêtir bi ewle, hêz û bawerî dibîne.    BI JINAN RE XEBAT MEŞAND    Malbata Nûpelda Girêspî bûn şahidên hovîtiya DAÎŞ'ê û gelek êş ji destê wan kişand. Malbata Girêspî piştî êrîşên DAIŞ'ê koçî Helepê kirin. Lê piştî Girê Spî azad bû dîsa vegeriyan Girêpî. Nûpelda Girêspî diyar kir ku ewil tev li xebatên civakî bû û wiha got: "Ewil jinên ereb derketina nava civakê û derve eyb dihat dîtin. Ev feraset hêj serdest e. Ez ji malbatek xwedî vê çandê têm. Ketina nava mirovan û civakê ji bo min serkeftinek mezin bû. Ewil ez tev li xebatên civakî bûm. Min li gel jinan xebat meşand. Piştre baweriya min a li hemberî min pêş ket. Min piştre zor li malbata xwe jî kir ku xwe biguherînin. Piştî niqaşan malbatê ez mafdar dîtim."     ME BÊŞDARAZÊN CIVAKÊ ŞIKANDIN   Nûpelda, anî ziman ku wan piştre xwe û derdora xwera xwe bi rêxistin kir û wiha bi dawî kir: "Şer û têkoşîna YPJ’ê her dem hêvî, hêz û bawerî da min. Her dem ez heyranê wan bûm. Min xwest ez vê yekê têxim pratîkê.  Piştî têkoşîn û lêgerînekê ez tev li YPJ’ê bûm. Ji bo em bajar, jiyan û vîna xwe ji dagirkeran rizgar bikin ez tev li YPJ'ê bûm. Vê yekê ez bêtir xweşik û bi hêz kirim. Di nava YPJ’ê de berê jinên kurd hebûn. Niha jinên kurd, ereb û Suriyeyî hene. Me bi vê yekê pêşdaraza civakê ya li hemberî jinên ereb şikand. Ez niha yekem car tev li 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan dibim. Di jiyana min de ev cara yekem e. Ez cara yekem ligel ew qas jinên bi girseyî dimeşim. Ez bi cilên leşkerî tev li pîrozbahiyê bûm. Min hêzek mezin girt. Niha ne tenê li bajar û kolanan, di eniya leşkerî de jî bi sedan jinên ereb hene. Em dê li dijî jiyan ku li ser me ferz dikin têbikoşin. Jinên Sûriyeyî bi heman ziman, ruh û hestî diqîrin. Ji bo em vê qerînê mezintir bikin em seferber bûne. Dê hemû cîhan qêrîna me bibhîze. Êdî jinên ereb jî xwe gîhandin cewherê xwe."   MA / Nazim Daştan