‘Lêpirsîna veşartî’ ya cînayeta Elçî 3 salin pêş nakeve 2018-11-26 09:09:02 AMED - Ligel ku bi ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn, 2 serdozger û 4 dozger hatin guhertin jî, di dosyeya lêpirsînê ya biryara veşartinê ji bo wê hat dayîn de, tu pêşketin çênebûne. Parêzer Muharrem Erbey, diyar kir ku 4 polîsên raste rast gule li Elçî reşandin jî, tenê weke şahid di lêpirsînê de cih digirin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê, di 28’ê Mijdara 2015’an de, piştî daxuyaniya da hatibû kuştin. Serdozgseriya Komarê ya Amedê piştî kuştina Elçî, lêpirsîn dabû dest pê kirin û ji bo lêpirsînê jî biryara veşartinê dabû. Rayedarên hikûmetê ji bo ronîkirina cînayetê gelek daxuyaniyên cur be cur dabûn. Lê ligel ku bi ser cînayeta Elçîre 3 sal derbas bûn jî, tu pêşketin di dosyeya lêpirsînê de tuneye.      DAXWAZÊN PARÊZERAN   Di dosyeya Elçî de, heya niha 2 serdozger û 4 dozger hatin guhertin. Cînayeta Elçî ya li ser ber çavên bi dehan kesan û kamerayan pêk hat, bi tu awayî dimenên kêliyên kuştina Elçî derneketin holê. Di dîmenên kamereya polîsê kêliya kuştina Elçî dida nîşandan de, 13 saniye jê hatibûn birîn. Li ser vê yekê parêzeran serî li Serdozgseriya Komarê dan, lê  ligel vê yekê jî karta hafizeya kamera polîsan hîna jî nehatiye dîtin. Dîsan çeka 30 polîsên di kolana cînayetê de nehatin lêkolîn kirin. Hemû daxwazên parêzeran hatin pişguh kirin û li ber çavan nehatin girtin.   ‘4 POLÎSÊN RASTE RAST GULE LI ELÇÎ REŞANDIN JÎ BÛN ŞAHID’   Parêzer Muharrem Erbey, derbarê cînayeta Elçî û pêşketina dozê  de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Erbey, diyar kir ku bi ser kuştina Elçî re 3 sal derbas bûn û wiha got: “Di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin tuneye. 4 polîsên raste rast gule li Elçî reşandin jî weke şahid di dosyeyê de cih digirin.”    ‘TU CARAN KIRYARÊN FAÎLÊN WAN NE DIYAR NEHATIN RONÎKIRIN’   Prz. Erbey, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em baş dizanin ku ji Mûsa Anteran bigirin heya Vedat Aydinan û bi sedan cînayetên kiryarên wan ne diyar ên rojnameger û ronakbîrên Kurd, nehatin zelal kirin. Parêzer û Baroya Amedê yên şopdarên pêvajoya  lêpirsîna cînayeta Elçî ne, heya hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin, dê serî li dadgeha nevneteweyî bidin.”   'EMÊ BI RÊZDARÎ Û MINET BI BÎR BÎNIN’   Erbey, da zanîn ku 300 sal jî derbas bidin ewê Tahir Elçî bi rêzdarî û minet bibîr bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Elçî biçûya ku derê pirsgirêk çareser dikirin û rêya aştiyê vedikir. Ji bo Elçî neyê ji bîr kirin, divê hemû kes hewldanên mezin nîşan bidin. Ji ber ku hêzên desthilatdar dixwazin wî bi civak û mirovan bide ji bîr kirin. Mirov tiştên xweşik dikin, lê piştî demekê tên kuştin û wan didin jibîr kirin. Elçî jî tiştên pir xweş kirin. Di îşkenceyên giran re derbas bû. Ligel vê jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Divê em jî dest ji têkoşîna wî bernedin û şopdarê doza wî bin.”