Rojnameger Karagoz hat binçavkirin 2018-11-25 14:08:36   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê birêve bir de, rojnameger Sûat Karagoz li Stenbolê hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê birêve bir de, rojnameger Sûat Karagoz li mala xwe ya li navçeya Esenyurta Stenbolê hat binçavkirin. Hat  diyar kirin ku Karagoz li Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê tê girtin û li bendêye bibin Wanê.    Li aliyê din di çarçoveya heman lêpirsînê de, duh belavkarên rojnameya Yenî Yaşam Şukran Erdem li Wanê, A. Mûrad Karakaş li Edenê, Mîzgîn Fendîk li Îzmîrê û Ferhat Duman jî li Mêrsînê hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin biribûn Wanê.