Li Kiriklarê bi ser qawîşande girtin 2018-10-07 18:11:06   ÎZMÎR - Bunyamîn Surme yê girtî, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê gardiyan tim bi ser qawîşan de digirin û got: “Ger êrîş zêdetir bibin em ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.”   Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê ya navçeya Buca ya Îzmîrê gardiyan bi cendirmeyan re tim bi ser qawîşan de digirin.   ‘GER ÊRÎŞ ZÊDE BIKIN EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’   Bunyamîn Surme yê hikûmxarê muebeta giran, di hevdîtina telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Cendirmeyan berî 3 rojan, du rojan ser hevdu bi ser qawîşên me de girtin. Bi zorê dest danîn ser televizyon û radyoyên me. Rayedarên girtîgehê ji bo girtî kanalên cuda temaşe nekin, dest danîn ser televîzyonê. Rayedarên girtîgehê gotin ku Wezareta Dadê ferma daye. Li ser vê yekê me çalakî pêk anî û bertek nîşan da. Ger wisan biçe û êrîş zêde bibin, emê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Em di serî de bang li  parazvanên mafên mirovan û hemû raya giştî dikin ku balê bikişînin ser vê  rewşa me.”