Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin li Rihayê hatin bibîranîn 2018-10-07 17:21:18   RIHA - Li Rihayê, gorên kesên di komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Îzzettîn Çevîk ê xwişk û keça di komkujiyê de winda kir, anî ziman ku ew tenê dixwazin derbarê kujer û berpirsan de lêpirsîn bê vekirin û got: “Em hêvî dikin ku berpirs bên darizandin.”   Platforma Şaxa KESK’ê ya Rihayê, kesên di komkujiya Gara Enqerê 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên wan bibîr anîn. Endam û rêveberên KESK’ê, EMEP, Egîtîm Sen û SES’ê yên li hev kom bûn, destpêkê gora Yilmaz Elmascan ê li Goristana Pirsûsê ziyaret kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê KESK’ê Berdevkê Demê Servet Yazar axaftinek kurt kir. Yazar, diyar kir ku ewê teqez hesabê hevalên xwe bipirsin. Komê piştî axaftinan gûl çîçek danîn ser gora Elmascan.    Dûrê  gorên Nîlgûn Çevîk û Sîdar Çevîk ên li Goristana Sergen a Mezin (Mîdep) hatin ziyaretkirin. Îzzettîn Çevîk ê di komkujiyê de keça xwe û xwişka xwe winda kir, ew û hevjînê xwe birîndar bû, li ser goran axaftin kir û wiha got: “KESK û hevparên wê vê dozê dişopînin. Em dixwazin kujer û berpirsên rast bên dîtin û ceza kirin.”   Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.