Piştî teqînê bi ser gundan de girtin: 13 kes binçav kirin 2018-10-07 15:20:16   MÊRDÎN - Piştî teqîna li Êlihê, bi ser 3 gundên Kerboranê de hat girtin û herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Bi tu awayî agahî ji gundiyên dibin ablukê dene nayê girtin.   Di teqîna 4’ê Cotmehê ya li navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat de, 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqînê hêzên taybet û leşkaran bi ser gundên Zêwîk, Germero û Mîste yên navçeya Kerborana Mêrdînê yên nêzî cihê bûyerê de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku di serdegirtin de gelek kes hatin binçavkirin.    HERÎ KÊM 13 BINÇAV KIRIN Û AGAHÎ JI GUNDIYAN NAYÊ GIRTIN    Li gorî agahiyan di serdegirtina gundê Miste de, Mesut Kaya (43), Omer Kaya (69), Osman Kaya (43), Lokman Kaya (30), Mahmut Kaya (46), Şerîf Kaya (45), Mehmet Emîn Kaya (66), Yusuf Kaya (20), Halît Kaya (40), Halîl Kaya (40) û Emîn Kaya (26) ên xizmên heva hatin binçavkirin. Dîsan li gundê Germero jî Mehmet Alî Kiçil ê 65 salî û li gundê Zêwik jî kesekê ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.    Gundiyên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, kes nizane li ku derê tên girtin û derbarêwan de tu agahî tuneye. Li aliyê din hat diyar kirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.     3 gund hîna di ablukeya leşkeran de ne û  ji bo ketin û derketinê destûr nayê dayîn. Li ser telefonê jî danûstan bi gundiyan re nayê kirin.