Ciwanên HDP’ê konferansa xwe pêk anîn 2018-10-07 13:29:07   ENQERE – Meclîsa Ciwanên HDP’ê, bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên ciwanan di konferansa li Enqerê de hatin gelhev.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Enqerê konferansa pêk anî û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans li Navenda Giştî ya Partiyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun beşdarî konferasnê bû.    Pankartên “Ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyek demokratîk serî hil de” û “Dawî çi dibe bila bibe dê mûhteşem be” bi salona konferansê ve hatin kirin. Tosun di beşa konferansê ya ji çapemeniyê re vekirî de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Tosun, derbarê pirsgirêkên ciwan dijîn de axivî û wiha got: “Em weke HDP’ê li dijî pirsgirêkan têdikoşin û hewl didin çareseriyê pêş bixin.”   Piştî axaftina Tosun konferans li çapemeniyê girtî, berdewam kir.