Meclîsê ji ber peyva 'asîmlasyonê' pêşniyazname îade kir 2018-10-07 09:04:57   WAN- Bi hinceta peyvên wek "asîmlasyona xwezayî" û "Polîtîkayên asîmlasyonê yênbi salan ên Tirkiyeyê" pêşniyaznameya lêkolînê ya Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç hat îadekirin.    Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç têkildarî perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo lêkolînkirinê pêşnizyanameyek berpêşî meclîsê kir. Lê belê bêyî ku bê bersivandin pêşnizyaname hat îadekirin. Bi hinceta peyvên "asîmlasyona xwezayî" û "Polîtîkayên asîmlasyonê yênbi salan ên Tirkiyeyê" di pêşniyaznameyê de hene, bi îmzeya Serokê meclîsê Bînalî Yildirim hat îadekirin.    Parlementerê HDP'ê Sarisaç, bertek nîşanî vê yekê da û got: "A ku divê bê sererastkirin ne pêşniyaznameya me ye, bersiva serokê emclîsê ye. ne ya me, bersiva Serokatiya meclîsê bersiveke tehl û qebe ye. Ya qebe û tehl ew e ku dewlet hemû navendên ji bo pêşvebirina zimanê kurdî hatibûn vekirin girtin, înkarkirina zimanê zikmakî, girtina kreşên kurdî û polîtîkayên wê yên asîmlasiyonê ne."    Sarisaç, bilêv kir ku dema zarokek nikaribe bi zimanê xwe perwerde bibe, ev asîmlasyon û înkarkirin e û got: "Dema em pêşniyaznameyan berpêş bikin ma divê em ji rastiyê dûr bikevin û ser sûcên dewletê binuxumînin? Ma em feraseta tekparêz a dewletê pesend bikin? an jî em daxwaza xwe ya ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî wekî lutfek be daxwaz bikin? Em navê pirsgirêkê bi awayekî zelal aşker dikin. Em dibêjin ziman û çandên gelê kurd û gelên din hatine asîmlekirin. Nexwe bila serokê emclîsê jî bêje 'Li Tirkiyeyê di serî de kur ziman û çanda tu gelî nehatiye asîmlekirin.' Li holê rastiyeke bi vî rengî heye, lê bawer nakim bersiveke wisa bide. Çimkî ew jî hay ji vê rastiyê hene. Ma dema dewlet bêje 'tune ye' îjar em ê jî bêjin pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye? Divê dewlet demildest ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî gav bavêje. Tenê ne gav, divê ji ber polîtîkayên xwe yên 100 sal in dimeşîne lêborînê bixwaze."