Li Ezazê teqîn: 4 kesan jiyan xwe ji dest dan 2018-10-06 16:27:42 EZAZ - Li navenda bajarê Ezaz a dibin kontrola Tirkiyeyê de, teqîn rû da û di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li navenda bajarê Ezaz a Bakurê Sûriyeyêi ya dibin kontrola Tirkiyeyê de, ji ber sedemekê ku nehat zanîn li gorî saeta herêmî 13:50'an de teqînek bi hêz rû da. Di teqînê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku teqîn li nêzî nuqteya komên OSO pêk hatiye.     Beriya çend rojên din jî li bajarê Ezazê dema kombûna rêveberên OSO de teqînek rû da bû û gelek endamên MÎT'ê û komên OSO jiyana xwe ji dest da bûn.