Dede: Pêkanîna tecrîtê li dijî hemû gelê Kurd e 2018-10-06 15:07:56   COLEMÊRG - Rêxistina DBP’ê ya Colemêrgê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di kongreyê de axivî û wiha got: “Tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelê Kurd tê meşandin.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Colemêrgê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahia partiyê pêk anî. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, rêveber û endamên HDP, DBP, TJA, Hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di kongreyê de axivî û wiha got: “Di bingeha krîza aborî ya li welat tê jiyîn de tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin heye. Li welatê me krîzên siyasî, civakî û aborî tên jiyîn. Heya niha krîzên wiha tunebûn. Netew dewletên heyî hişmendiya xwe ya tekparêz û netewparêz ferzî gelan dikin. Dixwazin dîsan Rojhilata Navîn parçe bikin û Kurdan jî ji derveyî vê bihêlin. Ger em têkoşîna xwe mezintir nekin, emê sedsalek din dibin dagirkeriya netew dewletan de bijîn. Ji bo em destkeftiyên xwe winda nekin divê em têkoşînek bê eman birêve bibin. Di heman demê de li ser Birêz Ocalan îşkenceyek cîdî li holê ye. Di şexsê Birêz Ocalan de îşkenceyê li gelê Kurd dikin. Hemû gelek Kurd îro bi Ocalan re di tecrîtê deye. Divê em bi têkoşîna xwe vê tecrîtê bişkînin.”    Piştî axaftina Dede, peyamên Abdullah Zeydan, Selma Irmak, Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevşaredarên girtî Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî yên ji konreyê re şandibûn hatin xwendîn.    Dûre rapora faliyetê û aboriyê ya partiyê hat xwendin û di encama hilbijartina hat kirin de, Nurcan Aktaş û Îsmet Faruk ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Colemêrgê hatin hilbijartin.