Nivîskarê Ozgur Gundemê Akyol hat bibîranîn 2018-10-06 13:51:20   STENBOL - Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Akyol di 2’yemîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nivîskar û edîtorê  Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Akyol di 2’yemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya  li Goristana Hasdal a Kagithanê hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Rêheval Mehmet Akol bêmirin e” hat vekirin û gelek kes beşdarî bîranên bûn.    Hevalê Akyol Mûstafa Guler di biranînê de axivî û wiha got: “Ji ber nexweşiyek giran me wî winda kir. Dema neçar ma ku welat terk bike jî, li welat karker bi rêxistin dikirin. Pirsgirêkên xwe yên takekesî tu carî ji kesekê re nedigotin. Piştî demek dirêj em fêrbûn ku nexweşe. Dema li nexweşxanê bû, di kêliyên xwe yên dawî de bangî me kir û ji me re got ‘Êdî ev kar qediya.’ Wê demê min nezanî çi bêjim.”   Piştî axaftina, bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.