Li dijî HDP'ê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin 2018-10-06 10:47:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li 6 bajaran operasyonek hemwext li dijî rêxistinên HDP'ê pêk hat. Di operasyonê de 49 kesên dinavê de Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nîzamettîn Toguç jî heyî hatin binçavkirin.    Li 6 bajaran operasyon li dijî rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. Di operasyona hemwext a 6 bajaran pêk hat de 49 HDP'î hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku di operasyonên li dijî HDP'ê yên bajaran pêk hatin de, li Êlih Hevserokê HDP'a Bajêr Nîzamettîn Toguç û 7 kes, li Agiriyê 25, li Enqerê 5, li Mûşê kesek, li Rihayê 9 û li Mêrdînê kesek, bi giştî 49 kes hatin binçavkirin. Hat destnîşan kirin ku di operasyonên du rojên dawî yên bi hinceta "Li dijî rêxistina terorê ya PKK/KCK'ê" pêk hatin de bi giştî 137 kes hatin binçavkirin.    8 kesên li Êlihê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Li aliyê din biryara veşartinê danîn ser dosyeya binçavkirinan û ji bo hevdîtina parêzeran jî qedexeya hevdînê hat danîn.     LI RIHAYÊ RÊVEBERÊ HDP'Ê HAT BINÇAVKIRIN    Polîsan di saetên serê sibê de, li Taxa Baglarbaşi ya navçeya Haliliye ya Rihayê bi ser mala rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Mahmût Kiliç de girtin. Polîsên li mal û di wesayîta Kiliç de lêgerîn pêk anîn, Kiliç binçavkirin. Di heman demê de polîsan dest danîn ser telefon û bîlgîseyarên endamên malbatê. Kiliç ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, hat diyar kirin ku birin Şaxa Tem’ê ya Rihayê.    Dîsan li Taxa Karamezra ya heman navçeyê cendirmeyan serê sibê bi ser malekê de girtin û ciwanê binavê Resûl Şeker binçav kirin. Ciwanê bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin, birin Rihayê û teslîmî Şaxa TEM'ê kirin.