Der barê dosyeyên Cizîrê de yeko yeko biryara 'neşopandinê' tên dayîn 2018-10-06 09:11:34 ŞIRNEX – Der barê 72 dosyeyên lêpirsînê ên ji bo kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê hat îlankirin de hatin vekirin de biryara "neşopandinê" hat dayîn û der barê 7 kesan de jî "Biryara Lêgerîna Daîmî" hat dayîn.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina di 4-12 Îlona 2015'an de û navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an hat îlankirin de zarok û extiyar jî di nav de gelek kes mirin. Dosyeyên lêpirsînê yên der barê van mirinan de yeko yeko tên girtin.    HASANA AYAZÊ 14 SALÎ JÎ KIRIN 'ENDAMÊ RÊXISTINÊ'    Der barê 72 dosyeyên lêpirsînê yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê tên birêvebirin de, biryara "neşopandinê" hat dayîn. Ji bo piraniya kesên hatin kuştin hat îdiakirin ku "endamê rêxistinê" ne û ji ber vê dosyeyên wan yeko yeko tên girtin. Dozger Hasan Ayazê 14 salî jî wekî "endamê rêxistinê" nîşan da û der barê dosyeya wî de biryara "neşopandinê" da.    CEMÎLE, SELMAN, MERYEM…   Heta niha der barê 7 dosyeyan de jî hat derpêşkirin ku kiryar nehatine dîtin û "Biryara Lêgerîna Daîmî" hat dayîn. Hiin ji van kesan ev in; Meryem Suneya 53 salî, Mehmet Erdoganê 75 salî, Cemîle Çagirga ya 10 salî ku cenazeyê wê bi rojan di sarincê de ma, Selman Agarê 9 salî û Hakki Kulteyê 13 salî.    Her wiha hat hînbûn ku ji bo lêpirsîna der barê mirina Huseyîn Ertene yê 16 salî jî "Biryara Lêgerîna Daîmî" hatiye dayîn û paşê xistine nav dosyeyên demborî. Wexta dosyeya demboriyî ya bi hinceta "kuştina bi qesdî ya zarok" der barê wê de lêpirsîn hat destpêkirin 30 sal e, yanî wî 28'ê Kanûna 2045'an hat diyarkirin.    Tevî evana hemûyan hîn jî gelek dosyeyên lêpirsîna wan didomin hene. Hat hînbûn ku der barê çend dosyeyan de biryara nepeniyê heye û der barê gelek dosyeyan de jî agahî nehatin girtin.