Parêzerê karkeran: Bi fermana îktîdarê hatin girtin 2018-10-06 09:10:05 STENBOL - Parêzer Necdet Okcan ji bo girtina 33 karkerên Balafirgeha 3'yan û Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût bilêv kir ku "ne hiqûqî, polîtîk e" û got: "Ev biryar bi fermana îktîdarê hatiye girtin."  Ji bo başkirina şertên xebatê yên Balafirgeha 3'yan a Stenbolê karkeran çalakî li dar xistibû. Ji ber vê yekê 33 karker û Serokê Dev Yapi-Îş'ê yê Giştî Ozgur Karabûlût hatin girtin. Heta niha Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê der barê 404 karkeran de biryara binçavkirinê daye. Parêzerê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê û karkeran Necdet Okcan anî ziman ku ev girtin bi awayekî kêfî hatine kirin û derî hiqûqê ne.    ‘POLÎTÎK E'    Okcan, anî ziman ku karkeran bertek nîşanî nebaşbûna şert û mercên nebaş ên kar û got: "Ev bertek ji ber qanûnan, ji mafên navnetewî ye, lê bi cendirmeyan, TOMA'yan, gazan dixwazin wan biçewisînin. Ev bi fermana îktîdarê hat kirin. Bi vî awayî nûnerên karkeran, rêveberên sendîkayan û karkeran bi îdiayên pûç sewqî dozgeriyan dikin û didin girtin. Krîmînalîze kirin û paşê girtin. Ev girtin derî hiqûqê ne, bi temamî polîtîk in û bi fermana îktîdarê hatiye girtin."    'DER BARÊ 404 KARKERÎ DE BIRYARA BINÇAVKIRINÊ'    Okcan, diyar kir ku heta niha der barê 404 karkerî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û got: "Ji evana hin jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. Yanî bi van zextan dixwazin karkeran çavtirsandî bikin. Dixwazin bi vê re gefê bixwin. Dê ji niha û pê ve kîjan karker bibe endamê sendîkayê, dê kîjan karker doza mafê xwe bike? Dê hem ji kar bê derxistin, hem jî bê girtin... Karkerê ku ji bo debarê tev digere dê li hember vê bedêlê çi bike?"    MA / Yasin Kobulan