ROJEVA 6'Ê COTMEHA 201'AN 2018-10-06 09:00:15 * Li gundekî girêdayî navenda Îdirê cerdevanê bi navê A.B., zaaroka bi navê P.C. îstismar kir. 31 sal û 6 meh ceza li cerdevan hat birîn.  * Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, diyar kir ku  dema berdana Parlameterê CHP’ê Enîz Berberoglu watedare û got: “Tu heviyên me ji AKP û daraza wê tuneye.”    * Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Xeyalek, Lîstikek û Azadî" Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar dixe. Dê di mîhrîcanê de 8 lîstik, atolyeyeke jixweberî û konsert bên lidarxistin.    * Li bazarên semtî ji ber zemê kes nikare tiştekî bikire. Li Amedê welatiyan got: "Êdî em newêrin biçin bazaran jî. Bi saxî me dikujin. Êdî tiştekî bê axaftin nemaye."    * Li Tirkiyeyê di şert û mercên herî zor û zehmet de, yekemîn derhênera weşana giştî ya jin Gurbetellî Ersoz bi gotina xwe ya "Ger çapemenî rastî binivîsanda dê ev qas mirov nemirana" tim di bîra mirovan de ye û niha jî gelek rojnamevanên jin li gor vê rastiyê tev digerin.    * Parêzer Necdet Okcan ji bo girtina 33 karkerên Balafirgeha 3'yan û Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût bilêv kir ku "ne hiqûqî, polîtîk e" û got: "Ev biryar bi fermana îktîdarê hatiye girtin."    * Li Dîlokê di dema "bûyerên Kobaniyê" de 5 kes miribûn. Parêzer Adnan Erol, bilêv kir ku kiryarên sereke tên veşartin û bi destê darazê şanoyek tê lîstin û got: "Darazê ji mirovên ku li heman taxê rûdinên yek jê kir bersûc, yek jî kir muştekî."    * Der barê 72 dosyeyên lêpirsînê ên ji bo kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê hat îlankirin de hatin vekirin de biryara "neşopandinê" hat dayîn û der barê 7 kesan de jî "Biryara Lêgerîna Daîmî" hat dayîn.    * Konferansa Ciwanên Herêma Serhedê ya HDP'ê, dê bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun li avahiya HDP'ê ya Artemêtanê pêk bê. (10.00)   *Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan ên li Amed û Êlihê, dê çalakiyên xwe yên vê heftê li avahiyên komeleya ÎHD'ê lidarbixin. (12.00)   *Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên windakirî bipirsin û faîl bên darizandin, dê cara 706'emîn hewl bidin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin. (12.00)    * Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş bên berdan û balê bikişînin ser rewşa wan, dê li Qada Galatasarayê cara 341'emîn çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê, ji bo balê bikişîne ser rewşa  girtiyê nexweş Kemal Ozelmali, dê li Parka Îsmet Înonu daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, dê bi Parlamenrên HDP'ê Bariş Atay û Erkan Baş re li Buroya Îrtîbata Îstenbolê ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê civîna çapemeniyê pêk bînin. (14.00)    * Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê cara 215'emîn daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serekwezîr a Konakê lidarbixe. (13.00)