Hevşaredara Nisêbînê Kaya nehat berdan 2018-10-05 11:52:23   MÊRDÎN - 8’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku jê tê darizandin îro hat dîtin. Sara dîsa nehat berdan û doz taloqî 23'ê Mijdarê hat kirin.    8'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileya 2017'an de li Nisêbînê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya bi îdiaya "yekîtiya dewletê xera kiriye" bi cezayê muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Mêrdînê, parêzer û  malbata Sara tevlî dozê bûn.    Piştî tespîta nasnameyê dozê dest pê kir û îdianame hat xwendin. Kaya parastina xwe ya rûniştina doza beriya vê hat dîtin dubare kir û berdana xwe xwest.    Parêzerê Sara jî parastina xwe ya doza beriya vê dubare kir û xwest ku miwekîla wan bê berdan.    Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir, xwest ku rewşa girtî ya Kaya bê berdewamkirin û doz taloqî 23'yê mijdarê kir.