Nivîskar Mehmet Çakmak hat binçavkirin 2018-10-05 09:31:42 AMED - Nivîskar û edîtor Mehmet Çakmak di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hat zanîn ku di dema lêgerîna malê ya polîsan li Çakmak daye.  Li gorî agahiyan, polîsan şevê din saet derdora 20.00’an bi ser mala nivîskar û edîtor Mehmet Çakmak a li Toplu Konut a Seyrantepe ya Yenîşehîra Amedê de girtin. Polîsên ji saet 20.00’an heta saet 24.00’an di mala Çakmak de lêgerînê pêk anîn. Hat zanîn ku di encama lêgerînê de polîsan dest danîn ser gelek pirtûk, nivîs û compîtura Çakmak.   Hat zanîn ku di dema lêgerînê de polîsan li Çakmak daye û bi erdê re kaşkirin e. Polîsên ku Çakmak binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Têkildarî sedema binçavkirina Çakmak heta niha tu agahî nehatine dayîn.