'Ya dikeve ser milê me divê em bibin dengê nav çar dîwaran' 2018-10-05 09:22:04 COLEMÊRG - Rafiye Geylan ji bo kurê xwe yê girtî bibîne 20 salên emrê wê ji Şemzînanê di rêya Erzirom, Mûş, Gumuşhane û Xarpêtê de derbas bûye. Geylan destnîşan kir ku, di tu serdemê de wekî niha maf nehatine binpêkirin û got: "Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bibin dengê nav çar dîwaran."  Li Şemzîzana Colemêrgê Rafiye Geylan, ji bo kurê xwe Mûstafa Geylanê (49) girtî bibîne 20 salên emrê wê ji Şemzînanê di rêya Erzirom, Mûş, Gumuşhane û Xarpêtê de derbas bûye. Kurê Geylanê di Newroza sala 1999'an a li Gurcistanê tevî 6 hevalên xwe bi hinceta PKK'yî ne radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Piştî Geylan hat girtin cezayê muebetê lê hat birîn û ew xistin Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê. Piştî Geylan hat girtin, dayika wî Rafiye Geylan ji bo wî bibîne ji Şemzînanê tim ket rê çû girtîgehê.    Piştî 11 salên li Girtîgeha Erziromê Geylan sirgûnî Girtîgeha Tîpa e ya Mûşê hat kirin. Piştî Mûşê jî sirûgnî Girtîgeha Gumuşhaneyê hat kirin. Geylan di Girtîgeha Gumuşhaneyê de pirtûka bi navê "Guzel Tanriça" nivîsand. Di 29'ê Tîrmeha 2017'an de jî tevî 30 hevalên xwe bêyî hincet sirgûnî Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê hat kirin.    PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN    Geylana 65 salî, bilêv kir ku tevî neviyên xwe tim diçe girtîgehê. Geylan, anî ziman ku di 20 salan de ew bûye şahidê gelek binpêkirinên mafan. Geylan, diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê kurê wê û hevalên wî bi awayekî dijwar tên îşkencekirin û wê heta niha wekî vê serdemê zext û zorî nedîtine. Geylan, anî ziman ku piştî greva birçîbûnê ya 3 rojan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û girtiyên nexweş bên berdan û tedawîkirin hat kirin, îşkence û zext û zoriyên li girtîgehê zêdetir bûne.    Geylan, anî ziman ku herî dawî wê di 28'ê Îlonê de bi telefonê bi kurê xwe re peyiviye û kurê wê gotiye piştî greva birçîbûnê qawîşa wan hatiye guherand û girtî xistine hucreyên yekkesî.    'JI BER JIMARIYA LI SER PIYAN QEBÛL NEkirin HATiN ÎŞKENCEKIRIN'    Geylan got kurê wê gotiye: "Ji roja ku me dest bi greva birçîbûnê kir heta grev qediya em bi pêkanînên girtîgehê yên di asta îşkenceyê re rû bi rû man. Ji jimariya li ser piyan bigirin heta kişandina bi erdê gelek tişt hatin kirin. Kursiyên ku em li ser rûdinên ji ber jimariya li ser piyan hatin şikandin. Girtiyên nexweş jî di nav de me hemûyan xistin hucreyên yekkesî. Ji bo girtiyê nexweş mayîna di hucreya yekkesî de mirin e."    'A DIKEVE SER MILÊ ME EM BIBIN DENGÊ WAN'    Dayik Geylan, anî ziman ku di 20 salên çûn hatina xwe de ew bûye şahidê binpêkirina gelek mafan û got: "Tiştên bûme şahidê wan hemûyan kurê min ji min re gotine. Ji bo em li ber nekevin her tiştî ji me re nabêjin. Di girtîgehê de jî li me kesên derve difikirin. Lê ya dikeve ser milê me ew e ku em bibin dengê kesên di nav çar dîwaran de. Divê em bibin civakeke ku layiqî wan bin. Ji bo dawî li van pêkanînan bê çi ji destê me bê divê em bikin."    MA / Fethi Balaman