Dozger ji bo Taşçier 4 sal û nîv ceza xwest 2018-10-04 15:57:38   AMED – Dozger ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier bi hinceta “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşanda û civînan” 4 sal û nîv ceza daxwaz kir.    Danişîna 6’emîn a doza der barê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier bi boneya di 13’ê îlona 2015’an de beşdarî daxuyaniya ji bo piştevaniya navçeya Sûrê bûye bi îdiaya “Li dijî qanûna xwepêşandan û civînan muxalefet kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Taşçier beşdarî dozê nebû û parêzerên wî amade bûn.    Dozgerê dozê ji sûcê “Propaganda rêxistinê kiriye” berat kir û ji sûcê “Li dijî qanûna xwepêşandan û civînan muxalefet kiriye” 4 sal û nîv cezayê hepsê ji Taşçier re xwest.    Heyeta dadgehê danişîn taloqî dîrokek pêş kir.