Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Guleş erê kir 2018-10-04 14:48:49   AMED – Dadgeha Bilind cezayê 9 sal û 4 meh û 15 rojan ê li rojnameger Mehmet Guleş hatibû birîn erê kir.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Mehmet Guleş ê li Xarpêtê ji ber nûçeyan çêkirin û parvekirinên medya civakî bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Guleş birîbû û Dadgeha Bilind jî cezayê Guleş erê kir.    Parêzerê Guleş, Resul Tamur li ser biryara dadgeha herêmî li dijî birîna ceza serî li 4’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Herêma Dîlokê da. Lê bes dadgehê serlêdana parêzer ji esasê red kir û ceza erê kir.    Li ser vê yekê parêzer Tamur piştî biryara dadgeha herêmî û îstînafê ji bo temyîza biryara serî Dadgeha Bilin da.    DADGEHA BILIND ERÊ KIR    16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind jî biryara Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê nirxand û cezayê der barê Guleş de erê kir.    ‘HELWESTEK TAYBET E’    Parêzer Tamur diyar kir ku erêkirina cezayê muwekîlê wî helwestek taybet a darazê ye li dijî çapemenya muxalîf û wek “îçtîhatek nû” nirxand. Tamur got bi boneya Guleş bi taybetî nûçegihaniya DÎHA’yê dike ev ceza lê hatiye birîn û erêkirin û ev ceza jî li dijî hiqûqê ye.    DÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDE    Tamur got ji bo di aliyê Guleş de dê bi daxwaza tedbîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.