Demîrtaş nehat berdan 2018-10-04 14:35:33 ENQERE - 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, biyar da ku girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam bike û danişîn taloqî dinavbera 12 û 14’ê Kanûnê kir.  Danişîna doza darizandina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girî li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Danişîna du rojan berdewam kir, li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Piştî parastina Demîrtaş a berî nîvor, parêzeran piştî nîvro mafê axaftina girtin.      Parêzer Mahsûnî karaman, di parastinê de ev tişt gotin: “Em difirin ku destekê ku nayê dîtin vê darizandinê kontrol dike. Em ji vê yekê bi bawerin. Li vê derê darizandinek hiqûqî tuneye.”    Şandeya dadgehê piştî navberê, biryara berdewamkirina girtin Demîrtaş û doz taloqî dinavbera 12 û 14’ê Kanûnê kir.