Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir 2025-12-29 15:56:20   AMED - Dadgeha Bilind cezayên ku di doza Narîn Guranm de ji Yuksel Guran û Salîm û Enes Guran hatibûn birîn, erê kir. Cezayê Nevzat Bahtiyar jî hat betalkirin.    Der barê kuştina Narîn Guran a 8 salî de ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de li gundê ya Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hatibû dîtin, dêya wê Yuksel Guran, apê wê Salîm Guran û birayê wê yê mezin Enes Guran bi sûcê "Kuştina bi qesdî a zarokekê" cezayê muebbetê yê girankirî li her yekî ji wan hatibû birîn.   Nevzat Bahtiyar bi sûcê "tunekirin, veşartin û guhertina delîlan" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwaribû. Îtîraz ji aliyê Daîreya Ceza ya 1'emîn a Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê hat nirxandin û ceza ji hêla qanûnî ve maqûl hat dîtin. Doz paşê ji Dadgeha Bilind re hat şandin.   Dadgeha Bilind cezayên "hepsa heta hetayê yê girankirî" yên ku li Yuksel Guran, Salîm û Enes Guran hatibûn birîn, erê kir.    Biryara der barê Nevzat Bahtiyar de ku sûcê xwe îtîraf kiribû, hat betalkirin û biryar hate dayîn ku Nevzat Bahtiyar bi sûcê "alîkarîkirinê"were darizandin.