Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye 2025-12-29 09:11:55   AMED - Komeleya Jinan a Rosa ya ku li dijî polîtîkayên dewletê yên tenêhiştin, tundî û qetlîamên jinan hatibû avakirin, kete sala xwe ya 8’an. Rêvebera komeleyê Esra Çîçek Mercanê got: "Tenê armancakî Rosayê heye, ew jî xwe gihandina jina ye."   Komeleya Jinan a Rosa di 29’ê Mijdara 2018’an de li Amedê hat avakirin. Komeleya ku navê xwe ji Rosa Luxemburgê digire, bi armanca ji holê rakirina wêrankariya ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû avakirin, dest bi xebatên xwe kir. Di dema ku saziyên jinan hatibûn girtin û li bajarên Kurdan yekîneyên jinan ên şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin hatibûn girtin de, komele ji bo piştgiriya jinên ku rastî tundiya mêr tên, dayîna piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk û mezinkirina piştevaniya jinan dest bi xebatê kir.   Komeleya Jinan  Rosayê 7 sal li dû xwe hişt. Em bi endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercanê re, axivîn.   SERLÊDANÊN JI BO KOMELEYÊ   Esra Çîçek Mercanê diyar kir ku komeleyê di destpêkê de plan dikir ku serlêdanên tundiyê yên jinan tomar bike, bêtir polîtîkayan biafirîne û pêşniyaran bigire û ev tişt got: “Ji wê rojê heta îro serlêdan tên kirin. Komeleyê ji aliyekî ve polîtîka afirand, ji aliyê din ve jî hewl da bibe bersiva serlêdanên hatine kirin. Di vê demê de serlêdanên cuda yên tundiyê çêbûn. Me serlêdanên wekî tundiya dîjîtal, fîzîkî, psîkolojîk û şopandina bi israr tomar kir. Tundiya fîzîkî ne bi tena serê xwe ye; me dît ku ligel tundiya fîzîkî, tundiya psîkolojîk û dîjîtal jî tê kirin.”   TORA PIŞTEVANIYA BI SAZIYAN RE   Bi domdarî Esra Çîçek Mercanê anî ziman ku jin li şûna ku herin saziyên dewletê, serlêdana ji bo wan tercîh dikin û destnîşan kir ku hinek jinên serlêder ne piştgiriya hiqûqî û ne jî ya psîkolojîk dixwazin, tenê dixwazin ku komele li gel wan be. Esra Çîçek Mercanê got ku ev yek nîşan dide ku wan karekî baş kiriye û diyar kir ku wan jinên serlêder ji bo piştgiriya hiqûqî dişînin Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û ji bo piştgiriya psîkolojîk jî dişînin Înisiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ). Esra Çîçek Mercanê destnîşan kir ku torên wan ên piştevaniyê bi saziyên din re jî hene û her çend piştî girtina şaredariyan ji qeyûman yekîneyên jinan dîsa hatibin vekirin jî, jin pêşî serî li komeleya wan didin. Esra Çîçek Mercanê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistanê û wiha pê de çû: “Neçarkirina bi tiryak û fuhûşê heye. Em hilweşîneke exlaqî dibînin. Carinan di malbatekê de hemû endam dibin tiryakkêş. Di rewşên wisa de em wan dişînin yekîneyên têkoşîna li dijî tiryakê.”   ‘TENÊ ARMANCEK HEYE EW JÎ GIHÎŞTINA JINAN E’   Di berdewama axaftina xwe de Esra Çîçek Mercanê diyar kir ku carinan ji ber ewlehiya jinan, nikarin bi jinên ku bi faîl re di heman malê de dijîn re têkiliyê deynin û neçar dimînin ku li benda daxwaza wan bisekinin û axaftina xwe bi dawî kir: “A rast hedefeke me ya wekî vegera li cewherê xwe heye. Her roj herî kêm nûçeya qetilkirina du jinan dikeve rojevê. Der barê van de çi dikare were kirin? Tundiya ku em behsa wê dikin bi tiryakkêşiyê re têkildar e. Tiryakkêşî jî bi fuhûşê re têkildar e. Krîza aborî ji tu yekê ji van ne serbixwe ye. Ev hemû bi hev re pir girêdayî ne. Armancekî me heye ku em bibin bersiv û çareseriyê ji van hemûyan re pêşkêş bikin. Em ê li dijî van dengê xwe bilind bikin. Rosa saziyeke jinan e ku jin dikarin xwe tê de îfade bikin. Tenê armancekî wê heye, ew jî gihîştina jinan e.”   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel