Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo 2025-12-26 09:09:15   AMED - Serpêhatiya nivîskar Prof. Dr. Sehîdê Îbo, ne tenê çîrokeke takekesî ye, ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e ku bi bîr, berxwedan û nasnameya gelekî ve girêdayî ye.   Çendî Kurdên Qafsqasyayê îro ro li gelek welatên cîhanê belav bûbin jî, lê mîna pistîniya çîrokên berê yê ji malên wan difûriyan, rastiyeke wan heye. Ew, koçî ku derê hatibin kirin bila hatibin kirin, lê tu carî dest ji nasnameya xwe bernedan. Her koçberiyeke nû, tebeqeyeke din li bîra wan zêde kir. Çîroka Kurdên Qafqasyayê, bes ne çîroka koçberiyekê ye, çîroka berxwedan û bîrê û hebûniyê ye jî. Rûpelên ewil ên vê çîroka dirêj û bargiran, di dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'î de vebûn. Kurdên Êzidî ku ji warê di şerên Osmanî-Rûsan de wêran bû, dûr ketin, ji bêgavî berê xwe dan bakurê. Qefîleyên ku ji Erdexan, Qers, Wan û Bazîdê bi rê ketin, di sar û seqema zivistanê û di qijeqija havînê de dan ser rêya Qafqasyayê. Hin ji wan berê xwe dan Ermenistanê, hin ji wan jî dan ser rêya Azerbêcan û Gurcistanê. Lê ya li benda wan, ne welatekî nû, nediyariyek bû.   Kurdên Qafqasyayê, di salên Yekîtiya Sovyetê de, li nêv zeviyan, li gundan û bajarokan xwe li jiyanê girtin. Çandinî kirin, berxvanî kirin, zarokên xwe şandin dibistanan... Lê gava tarî diket erdê, bi sewta dengbêjan, ber bi welatê xwe Kurdistanê ve hêl dibûn. Zimanê dayikê, çîrok û kilam, dikirin ku hebekî birîna wan bikewe. Kurdên Êzidî, li Ermenistanê civateke xurt danîn. Gund ava kirin, cejn bi ruh û can kirin, edetên xwe nifş bi nifş veguhastin. Lê belê dîrokê, careke din bi tundî li deriyê wan da. Netewperestî, rageşiya nijadî û hilweşîna aboriyê yên bi rûxandina Yekîtiya Sovyetê re gur bûn, careke din berê Kurdên Qafqasyayê dan ser rêyên koçberiyê. Di salên 1990'î de bi hezaran malbat vê carê ber bi Rûsya, Ewropa û Rojhilata Navînê ve hêl bûn.    Ev rêwîtiya dirêj û bargiran a Kurdên Qafqasyayê, bes ne çîroka civatekê tenê ye, di heman demê de çîroka wan rewşenbîran e ku li vê erdnîgariyê mezin bûne, ev êş û azar kişandine û wan li peyvê bar kirine. Ev nifşê ku ji nav koçberî, xizanî, sirgûnî û berxwedanê niziliye, bes xwe li jiyanê negirtin, di heman katê de bi rêya wêje, zanist û çandê bîra gelê xwe jî ber bi siberojê ve veguhastin. Yek ji nav û kesên berbiçav ê vê nifşê jî, Prof. Dr. Sehîdê Îbo ye. Çîroka jiyana Sehîdê Îbo, ne tenê çîrokeke takekesî ye. Ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e ku bîr, berxwedan û nasnameya gelekî ve girêdayî ye.    SALÊN ZAROKATIYÊ   Sehîdê Rizgo Îboyan, di 8’ê Gulana 1924’an de li gundê Qarxûna Jorîn, niha wekî Cirarat tê zanîn, wekî zarokekî malbateke hejar tê dinyayê. Pêşî li gund li dibistana Kurmancî û paşê di ya Ermenan de dixwîne. Ji zaroktiyê ve kilam û çîrokên cimaetê tesîrê lê dikin, lew dema di şevbuhêrkên dûr û dirêj ên nehiyeya Eçmîazinê de li odeya Rizgoyê Îbo ahil û cahil berhev dibin û ligel strînê hikyat vedigotin, Îbo her bi dêhneke folklorîk û mêldariyî guh dide wan. Hê 9 salên Îbo temam nabin, bavê wî dimire û barê şeş bira û sê xwişkan dikeve ser milê dayika wî Hica Evdo. Piştî kamil dibe û bîrbiriyeke xurt lê hasil dibe wiha dibêje: “Bavê min mir, mera mal û dewlet nehişt, lê bavê min temmî da min: ‘Qedrê weten, daîka şîrin, nanê tiberik hertim bigre.’"   ŞIVANTÎ Û HEWESA XWENDINÊ   Piştî koça bavê wî, Îbo di neh saliya xwe de dibe berxvan û di ber berxvaniya xwe re jî hema çi bi dest dikeve dixwîne ku di berhema xwe yî bi navê “Kara Dîzka Qetix” de der barê van rojên xwe yî berxvaniyê de wiha dibêje, "Hevana nanê min da, xencî çend nanê sêlê, şelbikê qetix, timê kitêb, defter û qelem jî hebûn.”   BIRYARA LI SER BIJÎŞKIYÊ     Di van salan de li gundê wan nexweşîna tayê xwe dide der û li ber çavên Îbo gelek mezin û zarok dimirin û ew bi xwe jî çend caran bi vê nexweşînê dikeve û dikeve halê mirinê, lê jê safî dibe. Mirina ji ber vê nexweşînê berê Îbo ber bi bijîşkiyê ve dibe û biryar dide ku ew dê bibe bijîşk. Pêşî li koleja bijîşkiyê dixwîne û paşê dibe xwendekarê înstîtuya bijîşkiyê. Di dema xwendekariya xwe de her li ser xebatên ilmî serê xwe diêşîne û çend gotarên zanistî pêşkeşî înstîtuyê dike û ji van gotaran yek jê hurmetnameya Mastira TPCC a saxlemîxweyîkirinê distîne. Piştî kutakirina înstîtuyê Îbo du salan li nehiyeya Sîîtakê wekî bijîşkê zarokan û serbijîşk dixebite û navê wî belav dibe.   SALÊN LI MOSKOVAYÊ Û AKADEMÎ   Di sala 1959’an de diçe Moskovayê û di aspîrantûriya Akademiya Zanistê ya TPCC’yê di dereceya nexweşîna zarokan de tê qebûlkirin ku ji bo vê çûyînê di helbesta xwe yî bi navê "Moskva-Hîv" ya di berhema xwe yî bi navê "Sînem" de wiha dibêje: “Bilêta xwe hilde, hevalo,/ Roja îro em rêwîne,/ Dewrana me wa hewale,/ Qonaxa me îro hîve.” Îbo, di du salan de dîsêrtasiya xwe temam dike û navê kandîdatê zanista bijîşkiyê digire û vedigere Yêrîvanê, li înstîtuya bijîşkiyê dersdariyê dike. Pişt re merhele bi merhele wekî asîstan, doçent heta profesoriyê diçe.   Di Cotmeha 1974’an de wekî endamê Kongreya Pêşekarê Nexweşîna Gurçikên Zarokan a Washhîngtonê tê hilbijartin û gelek kes li ber destê wî nîşaneya bijîşkî û asîstaniyê digirin.   PÊVAJOYA 1991'Ê Û KUŞTINA WÎ   Di sala 1991’ê de li Yekîtiya Sovyetê hêdî hêdî di warê siyasî, civakî û aborî de qeyran û bêedaletî xwe didin der. Dewlet û hikûmeta heyî serî bi pirsgirêkan re dernaxînin. Ligel vê, ev alozî sîrayetî Ermenistanê jî dikin. Li vê derê jî cir û qayişek xwe dide der û ligel hin Ermaniyan komeleyeke Êzidiyan tê avakirin û di ser vê re xebatên ku bi îdiaya Êzidî ne Kurd in tên meşandin. Her roj ji hêla pêgirên vê komele û organên wê li ber Rojanmeya Rêya Teze çalakiyên provakasyon û lînçê tên lidarxistin.    Ligel van hemû pêkûtiyan Sehîdê Îbo jî, bi rewşenbîriya xwe her li ser xeta biratiya bi gelê Ermen û xeta xwe yî komunîzmê tevdigere û bi her awayî li dijî van pêkûtiyan derdikeve. Ev sekna wî li xweşa hin kesan naçe û di 17’ê Kanûna 1991’ê de li odeya xwe yî Înstîtutya Bijîşkiyê ya Yêrîvanê bi çekê ji paş serê xwe ve tê kuştin.    Bi qetilkirina Îbo re ji gelek deveran rewşenbîr, nivîskar û kes tên ber înstîtuyê û beşdarî merasîma cenazeyê wî dibin û Serokê Întîtuya Yêrîvanê yê wê demê Vîlên Hakopyan, di merasîmê de wiha dibêje: “Şermeke mezin e ku kesekî wek Sehîdê Îbo qedirbilind û buha li nêv axa Ermenistanê tê kuştin.”   KESAYETIYA WÎ YA WÊJEYÎ Û BERHEMÊN WÎ   Di warê wêje û folklorê de berhemdariya Sehîdê Îbo, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî çak xwe dide der. Yekemîn afirandina wî di sala 1948’an de di Kovara “Sovêtakan Grakanûtîûn û Arvêst” û “Grakan Têrt”ê de tên neşirkirin û dû re nivîs û berhemnên wî di nêv pirtûkên dersa de û li rojnameya "Rêya Teze” de cihê xwe digirin. Di sala 1963’yan de bi navê “Qurna Min” (helbest) pirtûka wî ya ewil tê çapkirin û dû re bi navê “Dûryan” a wî ya duyem tê çapkirin ku di vê berhemê de serpêhatiya cimaeta Kurdên Êzidî vedibêje. Pişt re pirtûka sêyem a helbestan a bi navê “Bîst Salê Dinê” tê çapkirin ku têmaya helbestên wî yên vê berhemê "komunîzm" e û li ser vê Casimê Celîl dibêje, Sehîdê Îbo bi vê berhemê re emrê me yî dewrana komunîzmê tîne ber çavê me û bi vê re şêweyeke li helbesta xwe peyda kiriye. Ligel vê Îbo, bi navên “Azadî” (helbest), “Sînem”(helbest) û di sala 1959’an de bi navê “Kurdê Rêwî” romaneke dinivîsîne, lê ev roman di sala 1979’an de tê çapkirin. Li gel van berheman Îbo ji gelek nivîskarên Rûs û Ermen ên wekî H. Tûmanîan, C. Mîxalkov, A. Îsahakyan wergêr dike û hin berhemên wî jî bi zimanê Ermenkî, Rûsî, Azerî û Gurcikî tên wergerandin.   Ligel vê Sehîdê Îbo, di warê zanista bijîşkiyê de jî bi dehan berhem dinivîse. Ji van berheman dudo jê monografiya û dudo jê jî pirtûkên bijîşkiyê yên bi zimanê Kurdî ne: "Şîretê Doxtir" û "Siva We Xêr".     Sehîdê Îbo, xwedanê gelek berhemên ilmî, folklorîk û wêjeyî li Ermenistanê bi bijîşkiya xwe wekî “Bavê Zarokan” tê nasîn ku tim wê bobelata nexweşîna “tayê” hatiye bîra wî û bi wê êşa ku gelek heval û hogirên wî yê zarokatiyê pê çûne, nêzî zarokan bûye û wan baş kiriye. Îbo, lgel bijîşkiya xwe jî tim di heyba xwe de pênûs û defter gerandine û bi wêjeya Kurdî re eleqedar bûye û ji bo vê di helbesteke xwe de dibêje, “Emrê min kilam e/ Dengbêj Kurdistan e”.    HESASIYETA JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ   Ji berhemên wî jî dixuyên ku di warê ziman de pir hesas bûye û yên ku wî nas kirine diyar kirine ku dema zarokên Kurdan bi zimanê xwe nediaxivîn pir pê êşiyaye û her wiha dema dê û bav zarokên xwe yî nexweş dibin cem wî pêşî pirsa “Navê wî/ê çî ye?” arasteyî wan kiriye. Heke navê wan bi Kurdî bûya kêfxweş bûye, lê bi tersa wê re jî nexweş bûye û ji ber çima bi Kurdî nav li wan nehatiye kirin li hemberî dê û bavan bertekên xwe nîşan daye. Ligel vê gelek helbestên wî jî ji hêla hunermandan ve bûne stran. Ji van helbestên wî yên wekî “Xwesî Dîsa Zar Bûma" û “Qîza Kurda” ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatine strîn.   Her wiha Sehîdê Îbo, li gel helbestan bi navê “Kurdê Rêwî” jî romaneke ku dê ji herikbariya zimanê xwe tu carî tiştekî ji xwe kêm neke jî nivîsandiye. Romana Îbo, xwe dispêre vegotin yanî gilî û gotinên dêya wî Hîca Evdo. Di romanê de jiyana êla wan Ortiliyan a di navbera sala 1918-22’yan û rê û risma Kurdên Êzidî bi qewimînên dîrokî, civakî û dînî yên di dema Şoreşa Oktoberê de tên vegotin û bi naverok û agahiyên xwe der barê jiyana Êzidiyan de agahiyên zemx dide der. “Kurdê Rêwî” di sala 1959’an de hatiye nivîsandin û di sala 1979’an de li Yêrîvanê hatiye çapkirin. Her wiha di sala 2008’an de tîpguhêziya wê ya ji alfabeya kirilî ya bo latînî ji hêla Xanna Omerxaliyê ve hatiye kirin û di sala 2009’an de hatiye çapkirin.    MA/Rêdûr Dîjle