Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe 2025-12-18 11:04:22 ESKÎŞEHÎR - Seroka Înisîyatîfa Maf Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku tiştên ji ber pirsgirêka Kurd qewimîne ji aliyê civakê ve nayên zanîn û got: “Ji ber vê yekê heta ev neyên axaftin bi van gavan ve aştî civakî nabe.”   Seroka Însîyatîfa Maf Fatma Bostan Unsalê, Pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir nirxand. Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku aşiya mayînde bêyî hevrûnê ne pêkan e. Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye lêbelê ji aliyê desdhilat û dewletê ve hêj gavên şênber ên ku baweriyê bidin nehatine avêtin.   Fatma Bostan Unsalê destnîşan kir ku pirgirêka Kurd di agirbesta sala 1993’yan de dikariya bihata çareserkirin lêbelê di vî warî de dewletê însîyatîf li xwe negirtiye û ev tişt got: “Ger dewletê însiyatîfek rastîn li xwe bigirta dê çareser bûbûya  û me dê bi hezaran mirov winda nekira. Herwiha me xisarên aboriyê jî nedidît. Divê gelek sedem bên nîqaşkirin. Serokkomar qala hindik tiştan kir. Qala Torosên Spî, şewatên gundan, Girtîgeha Amedê kiribû.”    ‘TIŞTÊN HATINE JIYÎN NEYÊN AXAFTIN AŞTÎ CIVAKÎ NABE’   Fatma Bostan Unsalê diyar kir dudiliya mirovan a li dijî pêvajoyê ji ber nezanîna wan a şewata gundan, qedexeyên li dijî Kurdî, îşkenceyên Girtîgeha Amedê ne û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê heta ev neyên axaftin bi van gavan ve aştî civakî nabe.”   Fatma Bostan Unsalê destnîşan kir ku gotina “Tirkiyeya bêteror” a ku ji aliyê desthilat û MHP’ê ve ji bo pênaseya pêvajoyê tê bikaranîn ne rast e û astengiyên li dijî Kurdî nayên qebûlkirin û wiha got: “Piştgiriya ji bo pêvajoyê xurt e lêbelê mirov ne zêde bêhêvî ne. Ji ber van helwestên neyînî bêhêvî ne. Divê girtiyên siyasî bên tehliyekirin. Madem pêvajoya aştiyê heye divê girtiyên siyasî û yên nexweş bên berdan.”